
DIAKURD: Lozan înkara Kurdan e, doza me li NY didome
.
Konfederasyona Kurdên Dîaspora (DIAKURD), bi boneya salvegera 102emîn a Peymana Lozanê, daxuyaniyeke girîng ji raya giştî re belav kir û banga piştgiriyê li doza wan a li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Daxuyaniya Konfederasyona Kurdên Dîaspora (DIAKURD) wiha ye:
JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDİSTANIYAN
102 sal berî niha, di 24ê Tîrmeha 1923an de, li Lozanê, hêzên serkevtiyên Şerê Cîhanê yê Yekem, ji bo diyarkirina rewşa piştî şer peymanek bi Tirkan re îmze kirin. Ji bo me Kurdan, ev peyman înkara neteweya me û desteserkirina welatê me bû. Êş û elemên li ser statuya Lozanê pêkhatî, îro jî berdewam dikin. Her çend aliyê Tirk berî îmzekirina peymanê, ji dewletên îmzekar re ragihandibûn ku ew dê mafên neteweyî yên Kurdan nas bikin jî, Tirk qet li ser peymana xwe neman û mafên çandî yên ku di peymanê de ji bo kêmneteweyan bi awayekî nezelal hatibûn pêşbînîkirin jî, ji bo Kurdan nehatin bicîhanîn.
Peymana Lozanê bêyî ku îradeya gelê Kurd li ber çavan bê girtin, hate îmzekirin, mafê çarenûsî yê ku ji her neteweyekê re hatibû diyarkirin, ji bo Kurdan ew maf hate înkarkirin. Bi vî awayî, piştî vê peymanê, Tirkan dewleta xwe ava kirin û mafên neteweyî yên gelê Kurd û her wiha hebûna gelê Kurd red kirin. Her ji wê rojê û heta îro jî, ji bo ji navbirina berxwedanên Kurdan, Tirkan sîyasetek komkujî û asîmîlasyonê dane destpêkirin. Bêwate û bê naveroka "entegrasyona erênî" ku heta îro jî berdewam e beşek ji vê siyasetê ye.
Me, wek Diakurd, di salvegera 100 saliya Peymana Lozanê de ji bo sererastkirina vê kiryara neqanûnî li dijî dewleta Tirkiyê doz vekiriye. Piştî ku dadgehên Tirkiyeyê daxwazên me red kirin. Diakurdê doza xwe radestî Komîteya Mafên Mirovan ya NY kir. Ev pêvajoye berdewam dike. Di doza me de, Diakurdê daye zanîn ku Tirkiyê xala 5-an ya Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî binpê kiriye. Em piştrast in ku beşek girîng ya serlêdana me, ku derbarê binpêkirinên mafên çarenûsî, qedexekirina hebûna netewa Kurd, binpêkirinên mafên kêmneteweyan û binpêkirinên mafê beşdarbûna di jiyana siyasî de ye. Em hêvîdarîn biryaradana li ser vê dozê dê bi sûda me encam bibe. Em pê bawerîn kû her biryarek ku ji hêla saziyek dadwerî ya girêdayî NY dê li ser berjewendiyên Kurdan de be û dê hevkariya têkoşîna me ya neteweyî bike.
Banga me ji bo hemû Kurd û kesên xwedî wijdan ewe ku piştgirî û xwedî lê derketina vê doza dîrokî bikin. Ev doze dê bi îradeya hevbeş ya gelê Kurd were xurtkirin, ji bo her kesê ku beşdarî doza bi hejmara referansê WUR/105580-UR/CCPR/24/TUR/61 bibe û dixwaze bibe serlêderek hevbeş, ev mecal vekirî ye. Em ji we daxwaz dikin, ku hûn piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û bi pênasekirina "Ez xwediyê hevbeş û piştgirê vê dozê me" dengê xwe bilind bikin. Ji kerema xwe serlêdana pêvekirî ji Komîteya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî re bişînin.
Piştî pêvajoya serlêdanê, medyaya Tirkî êrîşên ne rewa li dijî saziya me dane destpêkirin, em kirin hedef û gef li me xwarin. Wek Diakurd, em metodên kirêt û hovane yên Tirkan dinasîn û em gefên wan natirsîn. Lê, bêdengiya sazî û kesayetiyên Kurd di rewşek wiha de ku, Tirk me dikin hedef me xemgîn dike. Divê raya giştî ya Kurd piştgiriyê bide vê dozê û Diakurdê tenê nehêle.
Bi rêzdarî,
Konfederasyona Kurdên Dîaspora - DIAKUR
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin