
DIAKURD Jenosîda Şengalê di Salvegera 11emîn de bi bîr anî
.
Konfederasyona Kurdên Dîaspora (DIAKURD), bi boneya 11 saliya Jenosîda Şengalê ya ku di Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve li ser gelê Êzidî hatibû kirin, daxuyaniyeke dilgiran û bangek li raya giştî belav kir. DIAKURD ev bûyer wekî "trajediyek bêhempa" û "Roja Reş" bi nav kir.
Daxuyaniya Diakurd li jêr e:
Dostên hêja, Kurdistaniyên birêz,
Em îro, trajediyek bêhempa bi bîr bînin. Serpêhatiyek ku di dîrokê de wekî Roja Reş ji bo gelê me yê Êzidî hatiye tomarkirin. Tam yanzdeh sal berî niha, di Tebaxa 2014an de, cîhan şahidiya hovîtiyekê kir ku nayê wesfkirin. Rejîma terorê ya DAIŞê li seranserê herêma Şengalê belav bû, û li dû xwe karesatek wek mirin, wêranî û êşên bêhempa hiştin.
Bi hezaran kurdên Êzîdî bi awayê herî hovane hatin kuştin. Jin û mêr bi xwînsarî hatin îdamkirin, zarok û jinên ciwan hatin revandin û wek kole hatine firotin, ew rastî îstîsmara zayendî hatin û rastî şîdeta nemirovane hatin. Êzdiyên Şengalê hatin koçberkirin, malên wan hatin şewitandin, mîrateya wan ya çandî hate wêrankirin. Ev ne tenê şer û pevçûnek bû; ew hewldanek bi zanebûn û sîstematîk bû, ji bo nehiştina tevahiya komeke olî bû. Jenosîdek - ya 74emîn di dîroka trajîk ya gelê kurdê Êzîdî de bû.
- Îro em livirîn da ku vê êrişa hovane, wehşetnak bibîr bînin.
- Em jiyanên bêguneh yên ku winda bûne bi bîr tînin.
- Em malbatên ku ji hev parçe bûne bi bîr tînin.
- Ew ixsîrên heta niha jî di destê wan vehşan de ne bi bîr tînîn,
- Êzdiyên bê ser û şûn û windabûyî bi bîr tînîn,
- Em kesên ku ji vê trajediyê filîtî, yên ku li ser giyan û laşên xwe birînên wan hene, û her roj bi bîranînên tiştên ku wan jiyayne û ji bo ku li ser pîyan bimînin û têdikoşin bi bîr tînîn.
- Berxwedana wan şahidiya ruhê bêhempa yê ruhê mirovahiyê ye.
Lê civîna me ji bîranînê wêdetir e. Em ne tenê ji bo bîranînê li virîn. Ev civîne her wiha pabendbûna erkên li ser şanê meye ye.
- Pabendbûna wê yekê ye ku qet tiştê qewimî ji bîr nekin.
- Pabendbûna xebata li dijî nefret, bêtehamulî û tundrewiyê ye.
- Pabendbûna pêzanîna ku qirkirin ne bûyerek dîrokî ya teorîk yan abstrakt e,
- Qirkirin gefek rasteqîn e ku heke em bihêlin, kêmxemiyê bikin dê her berdewam bike.
Berpirsiyariyeke me ya hevpar heye ku heqaniyetê ji bo qurbaniyan misoger bikin. Divê kesên berpirsiyar ji ber sûcên xwe hesab bidin. Û berpirsiyariyeke me heye ku em piştgiriyê bidin kesên saxmayî di têkoşîna wan de ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe û civakên xwe. Ev yek hewceyê baldariya navneteweyî, îradeya siyasî û alîkariya mirovî ye.
Îro, em bi bilindkirina dengê xwe li dijî neheqî û zordestiyê, bîranîna kesên ku me winda kirine bi rêzdarî bibîr bînin. Werin em hemû hewl û mecalên xwe bikarbînîn da ku dîrok careke din xwe dubare neke. Werin em hemî pabend bibin ku ji bo cîhanek ku wehşetên weha careke din çênebin, şer bikin.
Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be.
Silav li canê pakrewanên şehîdan
Bijî Kurdistan
DIAKURD - Konfederasyona Kurdên Diaspora
27.7.25
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin