Diakurd: Gaz û nefta Kurdistanê dikare pêdawîstiya welatên rojavayî mîsoger bike

Diakurd: Gaz û nefta Kurdistanê dikare pêdawîstiya welatên rojavayî mîsoger bike

.

A+A-

Piştî şerê Rûsya û Ukranyayê rojeva cîhanê bi temamî hate guhertin. Welatên rojavayî di asta dîplomatîk de nerazibûnên xwe li hember êrîşên Rûsyayê anîn ziman lê nikarîbûn pêşî li şerî bigirin. Bêşik di vî warî de peywendiyên aborî, wabestegiya welatên Ewropa bi gaz û nefta Rûsya, rê neda ku bi şêweyek aktîv dijberiya Rûsya bikin. Piştî ku şer hate ber deriyê, welatên Ewropa naçar man li dijî Rûsyayê helwesteke hişktir bigirin. Ev helwest bû sedema wê ku Rûsya gaz û neftê li ser welatên Ewropa sinûrdar bike.

Rûsya gaz û nefta xwe bigor siyaseta xwe ya derve wek çekeke kujer bikartîne. Ji bo hemûyan diyar bûye ku Rûsya êdî qêma xwe tenê bi Ukranya naîne, hin welatên biçûk der û dora Rûsya jî di bin tehdîdê de ne. Wisa diyar e, êdî peywendiyên aborî yên Rûsya û welatên rojava, taybeten Ewropa êdî nazivire ser kewna xwe ya berê.

Ji bo neft û gaza xwezayî dibe ku çend proje û alternatîf di ber destê welatên Ewropa de hebin. Yek ji wan çavkaniyên enerjiyê li derya Xezerê ango Qezwînê ye, lê ev jî di bin monopola Rûsyayê de ye. Rûsya tu caran rê nade ku ew welatên dewerê bi serê xwe neft û gaza xwe bifiroşin bo derve.

Pirsa bidestxistina gaz û neftê wek pirseke girîng di rojeva komelgehê navnetewî de tê niqaş kirin. Yek ji wan alternatîfan ku dikare bala welatên rojava û taybeten welatên Ewropa bikşîne, gaz û nefta Kurdistanê ye ku dikare welatên rojavayî ji bandora Rûsya xilas bike. Belê, taybetî ji bo Ewropa alternatîfa herî baş û mayende sûd wergirtina derfeta veberhênan û veguhaztina neft û gaza Kurdistanê ye.

Pêwîst e em di raya giştî ya welatên rojava de bi agahdariyên berfireh balê bikşînin ser gaz û nefta Kurdistanê. Herçend welatên rojava ji bo çareserkirina pirsa enerjiyê di nav lêgerînên lezgîn û hestiyar de ne lê belê pirsgirêk di demek kurt de nayê çareserkirin. Welatên rojava mecbûr in zûtirîn kat çareseriyekê ji xwe re peyda bikin. Bi gor zanyariyan û tesbîtên rayedarên Başurê Kurdistanê, gaz û nefta Kurdistanê dikare bi dehan salan pêdawîstiyên welatên Ewropa dabîn bike.

Lewma, em dixwazin gaz û nefta Kurdistanê wek alternatîfek mayende û bêmetirsî bînin rojeva welatên rojava, bi taybetî jî welatên Ewropa. Rûsya, Îran û Tirkiye bi helwestên xwe hewl didin ku pêşî li vê alternatîfê bigirin lê dest û piyên dunya rojava jî nehatiye girêdan. Em hêvîdarin welatên rojavayî vê alternatifê berçav bigirin, xwe ji bendetiya Rûsya xilas bikin.

Girîngiya gaz û nefta Kurdistanê wek alternatîf bo cîhanê dikare herweha di nav komelgehê navnetewî de çareseriya siyasî ya pirsa kurd li çar perçeyên Kurdistanê bileztir bike.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd 19/7/2022

1-276.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin