DIAKURD, êrîşa Tirkiyeyê li dijî hedefên sivîl şermezar dike

DIAKURD, êrîşa Tirkiyeyê li dijî hedefên sivîl şermezar dike

.

A+A-

DIAKURD, li ser bomberankirina seyrangeha gundê Perex a Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve daxûyaniyek da û ragihand, “Em bi tundî bombebarana seyrangeha Perex a Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve şermezar dikin.”

Daxuyaniya Diakurd wiha ye:

Balafirên şer ên Tirkiye di êrîşeke asmanî de li navenda geştiyarî ya Başûrê Kurdistanê 10 zarok û jin qetil kirin.

Tirkiyê îro seyrangeheke geştiyarî ya li nêzîkî bajarê Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Li gorî agahiyên çapemeniyê, di encama êrîşa asmanî de 10 sivîl hatine kuştin û 30 jî birîndar bûne. Piraniya qurbaniyan geştîyarên Ereb in. Di nava qurbaniyan de zarokek yek salî û gelek jin jî hene. Cihê ku ji aliyê hêzên asmanî yên Tirkiyê ve hatiye armanc kirin, ne navçeyeke leşkerî ku di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de şer heye. Bieks, ew cîhekî geştiyariyê ye.

Artêşa Tirkiyê ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO ye, ev çend meh in her roj deverên sivîl ên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Heta niha ji ber bombebaranê tirkan bi sedan sivîl hatine kuştin.

Ev binpêkirineke cidî ya li hember serweriya welatekî din e.

Em êrîşên Tirkiyêyê li hember armancên sivîl bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navdewletî, taybetî jî li Encûmena Asayişa NY dikin, ku vê tavana hovane şermezar bikin, bi cezayên aborî êrîşên Tirkiye li Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin.

Konfederasyona Kurdên Diyaspora - DIAKURD

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin