Di siyaseta Kurd de Destpêkekî Nû

Di siyaseta Kurd de Destpêkekî Nû

Komxebata bi navê  ‘Di siyaseta kurd de yekîtî û alternatîfeke nû’. Destpêka Nû.

A+A-

Îro 24.05.2025 li Diyarbekirê, li Green Park Hotêl di saet 10.00 de di bin bi navê ‘Di siyaseta kurd de yekîtî û alternatîfeke nû’ ku ji alîyê Destpêka Nû ve ‘bi armanca tijî kirina valahiya siyaseta Kurd’ hatibû amade kirine bi beşdariya 200 kesî destpê kir.

Civin ji alîye Biha Mutlu ve hat vekirinê. Dûre Enes …… di derheqê xebatên Destpêka nû de agahî da. Pêşniyarên destpêka nû (DN) anî ziman û di berdewamîa axaftina xwe de got ku Divê di encama vê civînêde muxatabiyetek ava bibe. Grûpek an sekreteryayek ava bibe.

Di berdewamiya civinê de Ramazan Tuncer li ser navê DN axivî. Û got ji îro pêve ev civîn çi biryar bide emê li ser wan biryaran bimeşin. Divê em êdî tiştên piçûk nedin pêş xwe. Xerca me aîdîyeta meye. Ew jî hêjayiyên me û mafên meyî hiqûqîne. Ger em encamekê ji vir dernexin ewê hinek dîsa birêve bibin. Divê em pêşî Demokrasiya Kurdan ava bikin. Divê em hîmê Demokrasiya Kurdan saxlem deynin. Çi ji vê civînê derkeve divê em bi hevre rêveberiya xwe ava bikin. Divê em mafê însanan yê kesayetî jî bi parêzin. Em ne li dujî ti grûp an derdorekê ne. Lê em raqîbê wan tevane. Divê em îro biryarek bidin û em prensîbên vê grûbê tespît bikin. Divê em meclis û birêveberiyekê ava bikin.

Paşinê Bedirxan …… bi axaftinek hestiyar,  Behsa cîhê vê civînê kir û behsa damezrandina PDK T Saît Elçî, Fehmî Bîlal û hwd kir. Di berdewamîya axaftina xwe de da got ku, Divê tu ambargo liser kesî tunebe. Em ji hev hez bikin û em rêz li hev bigrin.

Piştê xwendina mesaja Şêx Murşîd Xeznewî çapemenî ji civînê derket.

Rûpela Nû/Diyarbekir

diyarbakirda-dikkat-ceken-calistay2.webp5ac65fe2-965f-4af1-b24a-3fb265195861.jpg71cb12c6-0afe-48f0-ab95-08f360566f09.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin