Di ser Teqîna Pirsûsê re 7 sal derbas bûn

Di ser Teqîna Pirsûsê re 7 sal derbas bûn

.

A+A-

Di ser teqîna navçeya Pirsûsê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê re 7 sal derbas bûn ku ji aliyê xwekujekî DAIŞê ve di 20 Temûza 2015an de hatibû kirin û di encam de 33 kesan canê xwe ji dest dabûn û 104 kes jî birîndar bibûn.

20ê Temûza 2015an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, dema ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û HDPê ku dixwestin beşdarî konferansa ji nû ve avankirina Kobanî bibin û ji bajarên cuda çûbûn Pirsûsê, li Navenda Çandê ya Amarayê daxuyaniya rojnamevanî didan êrîşa xwekujî ya DAIŞê pêk hatibû. Di wê êrîşa DAIŞê de 33 ciwanan canê xwe ji dest dan û 104 kes jî birîndar bûn.

Doza Pirsûsê

Ji ber êrîşa xwekujî ya Pirsûsû, tenê kesê bi navê Yakup Şahin wek girtî hat darizandin û Îlhamî Bali û Deniz Buyukçelebî yê ku derbarê wan de biryara girtinê hebû nehatibûn girtin.

5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê di Doza Pirsûsê de, di encama 21 rûniştinên dadgehê de 22ê Cotmeha 2021ê bi hinceta berpirsê êrîşê ye 34 caran cezayê heta hetayê li tekane girtiyê dozê Yakup Şahin birî.

Dadgehê, “Ji tawanê hewldana hilweşandina sîstema destûrî, endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî, bi awayekî plankirî kuştina kesan 34 caran cezayê heta hetayê, hezar û 890 sal cezaya girtîgehê û ji ber hebûna teqemeniyê 10 sal cezayê girtîgehê û 4 hezar û 100 dolar cezayê pere” da Yakup Şahin.

Dadgehê herwiha biryar da, doza Îlhamî Bali û Deniz Buyukçelebi ku biryara wan a girtinê heye û heta niha nehatine girtin, bê veqetandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin