
Di ser koça dawî ya Celal Talebanî re 8 sal derbas bûn
.
Îro 8 sal di ser koça dawî ya Serokkomarê berê yê Îraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî re derbas dibin.
Talebanî ku wekî "Mam Celal" dihate naskirin, di 3yê Çiriya Pêşîn a 2017an li Almanyayê koça dawî kiribû.
Rêwîtiya ji nexweşiyê heta koça dawî
Rewşa tenduristiyê ya Celal Talebanî di 17ê Kanûna 2012an de piştî ku li Bexdayê xwîn çûbû ser mejiyê wî xera bûbû.
Piştî ku demek dirêj li Almanyayê hat dermankirin, di 19ê Tîrmeha 2014an de vegeriya Silêmaniyê lê ji bo dermankirinê careke din çû Almanyayê. Mam Celal di 3yê Çiriya Pêşîn a 2017an de li Berlînê di 84 saliya xwe de koça dawî kir. Gora wî niha li Silêmaniyê ye.
Kurtejiyanek: Ji xebata xwendekariyê heta serokkomariyê
Celal Husamettîn Nurullah Talebanî di sala 1933yan de li navçeya Koyê ya Hewlêrê ji dayîk bû. Di sala 1946an de, hê di 13 saliya xwe de, bû endamê komeleyeke veşartî ya xwendekarên Kurd û paşê tevlî yekîtiya xwendekaran a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.
Di 18 saliya xwe de ji bo komîteya navendî ya partiyê hat hilbijartin.
Di sala 1959an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bexdayê qedand. Talebanî di destpêkirina Şoreşa Îlonê de xwedî roleke girîng bû û wekî kesekî nêzîkî Mele Mistefa Barzanî dihat naskirin.
Di sala 1975an de li Şama paytexta Sûriyeyê bi hejmarek hevalên xwe re Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) damezrand û wekî sekreterê giştî yê partiyê hat hilbijartin.
Mam Celal ku di salên 1970 û 1980yî de di Têkoşîna Rizgariya Kurd de roleke girîng lîst, di sala 1986an de bi Îdrîs Barzanî re di damezrandina Eniya Mezin a Kurdî de roleke sereke lîst.
Di sala 1998an de bi navbeynkariya Amerîka û Brîtanyayê, bi peymana Washingtonê re şerê navxweyî yê 4 salan bi dawî anî.
Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003yan de, bû endamê Encûmena Demkî ya Rêveberiya Îraqê û di nivîsandina Destûra Îraqê de roleke girîng lîst.
Celal Talebanî di 6ê Nîsana 2005an de wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin û di dîroka Îraqê de bû yekem Kurdê ku ev post wergirt. Talebanî heta sala 2014an li ser vî postî ma.
Piştî wefata wî, li Herêma Kurdistanê 7 roj û li seranserê Îraqê jî 3 roj şîna neteweyî hat ragihandin. Mam Celal li Goristana Dabeşan a Silêmaniyê hatiye veşartin.
Celal Talebanî bi Hero Îbrahîm Ehmed re zewicî bû û du kurên wî yên bi navê Qubad û Bafel hene. Bafel Talebanî niha Serokê YNKyê ye û Qubad Talebanî jî Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin