Di Salvegera Êrîşên 11'ê Îlonê de Amerîkî Qurbanîyên Xwe bi Bîr Tînin

Di Salvegera Êrîşên 11'ê Îlonê de Amerîkî Qurbanîyên Xwe bi Bîr Tînin

Îro salvegera 19'an ya êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê ye ku El Qaydê li dijî Amerîka pêk anîbûn.

A+A-

Îro li seranser Amerîka bernameyên taybet tên lidarxistin û qurbanîyên wan êrîşan tên bîranîn.

Li bajarokê Shanksville ya Pennsylvania, merasîma yadkirina qurbanîyên firîna United Airlines Flight 93 tê kirin ku ew firok ji alîyê endamên El Qaydê ve hatibû revandin.

Tevî ku 40 rêwî û xebatkarên United Airlines 93 ew firok careke din xistibûn bin kontrola xwe, lê ew li esmana Shanksville gêr bûbû.

Li paytext Washington di 8:40'ê sibê de merasîma bêdengîya tê kirin ku hîngê terorîstên El Qaydê firoka yekê li Navenda Bazirganî ya Cîhanî li New Yorkê xistibû.

Dîsa, li Wezareta Berevanîyê, Pentagonê, ku ew jî bûbû armanca firokeke êrîşvanan, bi beşdarbûna karbidestên payebilind merasîma bîranînê tê kirin.

Li New Yorkê jî li cîhê berê yê Navenda Bazirganî ya Cîhanî ku niha muzaxaneya bîranîna qurbanîyên 11'ê Îlonê ye heman merasîma bêdengîyê tl darxistin.

23 deqe piştî êrîşa yekê, firoka duyê Navenda Bazirganî ya Cîhanî dabû û avahîya mezin hilweşîbû û dûkel ji ser wê bilind bûbû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê ji hêla 19 endamên El Qaydê ve hatibû darxistin û ew êrîşên herî kujer yên piştî êrîşa Pearl Harbor ya ji aîyê Japonya bûn.

Di wan êrîşan de li istanên New York, Virginia û Pennsylvania nêzî 3.000 kes hatibûn kuştin.

Di pîrozbahîyên îsal de jiber hebûna pandemîya korona bîranînên girseyî nayên kirin û gelek yadkirin bi hejmarên sembolîk tên lidarxistin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin