Di salekê de 29 sûcên nefretkirinê pêk hatine

Di salekê de 29 sûcên nefretkirinê pêk hatine

.

A+A-

Li gorî rapora Hewldana Azadiya Baweriyan, di ti bûyerê de lêkolîn li ser hêla sûcî ya nefretkirinê nebûye.

Hewldana Azadiya Baweriyan rapora xwe ya derbarê “Li Tirkiyeyê sûcên nefretkirinê yên ji ber bawerî yan jî bêbaweriyê pêk tên” de aşkere kiriye.

Rapor behsa bûyerên di navbera meha Kanûna Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de bûne dike. Li gorî raporê li Tirkiyeyê di vê demê de 29 bûyerên nefretkirinê yan jî sûcên ku ji ber nefretkirinê pêk tên hatine tomarkirin. Bûyer li 16 bajaran bûne.

Di van mehan de

  • Elewî 12 caran,
  • Xiristiyan 10 caran,
  • Cihû 5 caran,
  • Ateîst 2 caran bûne hedefa bûyer an jî sûcên nefretkirinê.

Her weha Hewldanê diyar kiriye ku ji tiştên ku diqejimin kêmtir giliyên sûcên nefretkirinê tên kirin û di raporan de kêmtir behsa wan dibin.

Lêkolîna van sûcan nekirine

Di rapora navborî de behsa rewşa hiqûqî ya van sûcan jî hatiye kirin. Li gorî zanyariyên berdest, di ti sûcan de lêkolîna hêlên nefretkirinê yên van sûcan nehatiye kirin.

Raporê destnîşan kiriye ku ziyangîhandina malan, gefxwarin, êrîşên ku tundkarî tê de hene yên li dijî kesan, ziyana li goristan an jî îbadetxaneyan, tacîz û heqaret di nava sûcên nefretkirinê de ne.

Hewldanê diyar kiriye ku yasa û rêzikname li dijî sûcên nefretkirinê têrê nakin û divê guhertin bên kirin. Her weha divê li dijî van sûcan têkoşîneke hevgirtî bê dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin