Di Roja zimanê Kurdî de ji saziyên ziman hedefên nû

Di Roja zimanê Kurdî de ji saziyên ziman hedefên nû

.

A+A-

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Ziman bi helkefta nêzîkbûna 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî civîneke çapemeniyê saz dikin.

Di civîna çapemeniyê de ku dê demjimêr 11:00an de li Eywana Tahîr Elçî ya li parêzgeha Amedê were sazkirin, dê deklerasyonek bo raya giştî bê belavkirin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Ziman daxwazê ji hemû dilsozên zimanê Kurdî dikin ku di civîna çapemeniyê de amade bin.

Di sîstema perwerdeya Tirkiyê de, Tirkî take zimanê fermî yê xwendinê ye. Her çiqas ji sala 2012an ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte li dibistanan tê xwendin lê ji ber sedemên cuda prose ne fermî jî be, di pratîkê de hatiye rawestandin.

Îsal li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wek pêngavekê bo fermîkirina zimanê Kurdî û ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, kampanya hilbijartina zimanê Kurdî di çarçoveya destnîşankirina dersa bijarte de hat destpêkirin. Bi germî pêşwazî li kampanyayê hat kirin û di çarçoveya wê kampanyayê de hejmarek weşanxaneyên Kurdî jî kampanya bexşîna kitêbên Kurdî ragihandin.

l-007.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin