Di rapirsîna du roj berî hilbijartina seroktiyê de Biden 10 pûanan li pêş e

Di rapirsîna du roj berî hilbijartina seroktiyê de Biden 10 pûanan li pêş e

.

A+A-

Beriya hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ku heta niha bêhtirî 90 milyon dengdêran bi awayekî pêşwext deng dane û 3yê Mijdarê jî dengdana giştî dest pê dike, rapîrsînên dawî yên li Amerîkayê namzetê Demokrat Joe Biden 10 pûanan li pêş nîşan didin. Lê belê ya girîng hejmara delegeyên eyaletên Amerîkayê ye ku bi yek delegeyê zêde jî serok dikare bê hilbijartin.

Li gorî rapirsîna dawî ya hevbeş ku ji aliyê Wall Street Journal û NBC Newsê ve hatiye encamdan, Biden 52%ê dengdan distîne û dengên Trump jî li dor 42%î ne.

Herwiha li gorî heman rapirsînê li 12 eyaletên Amerîkayê Trump li gorî meha borî dengên xwe zêde kirine û ferqan navbera xwe û Biden ji 10 pûunan daxistiye 6 pûanan.

Di hilbijartinên Amerîkayê de, bi zêdebûna hejmara delegeyên eyaletan serok tê hilbijartin. Ji ber wê her çiqas Biden li pêş xuya dike jî îhtimala ku Trump bi ser bikeve jî nayê înkarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin