Di Qesra Sipî’de Peymana Aştîyê hate imza kirin

Di Qesra Sipî’de Peymana Aştîyê hate imza kirin

Di navbera Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Îsraîlê de îro Sêşemê bi navbeynkarîya Amerîka peymana aştîyê ya bo normalkirina peywendêyan hate îmze kirin.

A+A-

Serokê Amerîka Donald Trump maldarîya merasîma îmzekirina peymana dîrokî ya li Qesra Sipî kir u peymana bo têkilîyên dîplomatîk yên navbera welatên Kendavê wek “berbanga Rojhilata Navîn ya nû” dîyar kir.

“Em vê pişt nîvroyê li vir in da ku rêka dîrokê biguherînin. Piştî dabeşkirin û nakokiyên bi dehan salan, em berbanga Rojhilata Navîn ya nû pîroz dikin, ” Trump got.

Trump di axaftina xweya merasîmê de ragihand ku Îsraîl, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreyn ewê balyozxaneyan saz bikin, balyozan bêrdelî hev û din bikinve, û wekî hevkaran dest bi xebata hevpar bikin, ew heval in.

“Spas jibo serokên van her sê welatan ku em bi saya cesareta mezin ya wan ber bi pêşerojeke ku tê de mirovên ji her bawerî û kokê bi hev re di nav aştî û aramîyê de bijîn,gavek girîng davêjin” Trump got.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrên karên derve yên Mîrgehên Yekbûyî û Bahreyn di merasîma îmzekirina peymanê de amade bûn.

Trump belgeya peymanê ya bo her yek welatî wekî şahid îmze kir. Serokên her sê welatan di heman demê de daxuyanîyeke cûda ya aştîyê ya sê alî jî îmze kirin.

/voa-kurdish/

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin