"Di qada hiqûqê de xebatên Kurdî berfirehtir dibe lê beşdarî kêm e"

"Di qada hiqûqê de xebatên Kurdî berfirehtir dibe lê beşdarî kêm e"

.

A+A-

Piştî ku Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir, li Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Wan û Rihayê jî Komîsyonên Zimanî ava bûn. Komîsyon du sal in karên xwe dewam dikin. Li Mêrdîn û Rihayê ji bilî kurdî bi Erebî û Suryanî jî xebat tên kirin.

2 sal berê Baroya Amedê Lijneya Zimanê Dayikê ava kir. Piştî avakirina vê Lijneyê çendîn baroyên din jî dest bi kar û barên zimanê kurdî kirin. Ji destpêka 2021ê û vir ve heya niha li baroyên Mêrdîn, Riha, Batman, Wan û Şirnexê komîsyon ava bûne.  Bianet Kurdî jî bi endam û rêvebirên van lijneyan re li ser pêvajoya avabûnê, armanc, kar û xebatên heya vê demê axivî. 

Komîsyon bi armanca ku parêzer di nava kar û barên xwe de bêhtir kurdiyê bikar bînin hatine avakirin. Yek ji armanca wan jî ew e ku di warê hiqûqî de piştgiriya bi zimanê dayikê bidin. Ji bo vê yekê jî dersên Kurdî didin û parêzer di van dersan de perwerdeya zimanî dibînin. Kar û xebatên çandî û hunerî jî beşek ji kar û xebatên van komîsyonan e. 

“Beşdarî baş e ne li gor dil e”

Weke mînak, Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê kovareke hiqûqê bi navê "Aşdad" derxistiye. Seroka Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Elîf Bîrkîliyê diyar kir ku  nêzîkbûna parêzeran ji lijneyan re ne kêm be jî pêwendiya parêzeran li gor dilê rêvebirên lijneyan nîn e: “Xebatên me ne tenê bi piştgiriya hiqûqî û hînkirina ziman sînorkirî ne. Her wiha panêl û programên li ser çand û folklora Kurdî jî têne organîzekirin. Bi rastî parêzer jî bi hebûn û xebatên lijneyê kêfxweş in. Lêbelê, ez nikarim bibêjim ku beşdariya xebatan têra xwe heye."

“Li hember parastina yekzimanî û yekçandiyê ye”

Li Mêrdînê piştî ku Komîsyona Mafên Zimanî û Çandî ava bû, Baroyê bi çar zimanan lewheya xwe li ser dîwarê avahiya xwe xist. Parêzer Sezgîn Dînç yek ji endamên vê  Komîsyonê, bi van gotinan behsa xebatên Komîsyonê kir: "Weke ku tê zanîn bajarê Mêrdînê, bajarekî pirzimanî û pirçandî ye û ev bajar gelek zimanên qedîm di nav xwe de dihewîne. Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonîst ku parastina yekzimanî û yekçandiyê dikin, me xwest nasnameya pirzimanî û pirçandiya bajarê xwe biparêzin û dîsa di çarçoveya parastina mafên mirovan de mafê çandî û zimanê biparêzin."

Li Êlihê çar meh in komîsyon ava bûye

Mazlum Buksel endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Êlihê diyar kir ku çar kesan beriya niha bi çar mehan ev komîsyon ava kiriye: "Bi waneyên Kurdî em hewl didin ku parêzer hînî zimanê xwe bibin. Heya aniha me ji aliyê rêveberiya Baroya Batmanê ve tu astengî nedîtiye, berovajî vê her tim piştgiriya me dikin."

Li Rihayê Komîsyona Zimanê Dayikê ava kirine

Her çiqas Komîsyonên Zimanî, Kurdî navendî bibînin jî li hin bajaran ji ber ku pirzimanî heye, ew Baro navên cida li xwe dikin. Ya Baroya Mêrdînê ji ber vê rewşê navê xwe kiriye Komîsyona Mafên Zimanî û Çandî. Baroya Rihayê jî bi heman sedemê navê xwe kiriye Komîsyona Zimanê Dayikê. Ji bo parêzer bi miwekilên xwe re bi kurdî û Erebî biaxivin, Komîsyonê dest bi dersên zimanê dayikê kiriye. 

Ozan Polat / Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin