
Di Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê de tenê dengekî Kurdî hebû
.
Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê dest pê kir û ji weşanxaneyên Kurdî tenê Weşanxaneya Nûbiharê beşdar bû.
Tê diyarkirin ku sedema sereke ya beşdarnebûna weşanxaneyên din ên Kurdî, xerciyên zêde yên pêşangehan e.
Di merasîma vekirinê de Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç û hejmarek mêvanên din amade bûn.
Îsal 400 weşanxane beşdarî 22yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê bûne.
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç anî ziman:
“Pêşangehên pirtûkan karekî gelekî baş e. Hem weşanxane, hem nivîskar û hem jî xwendekar gelek sûdê jê dibînin.
Îro jî me ev pêşangeh vekir. Hûn jî amade ne, em hêvî dikin ku di rojên pêş de bi piştgiriya Rûdawê em li Hewlêrê pêşangeheke pirtûkan vekin.
Bila mêvan û dostên me jî bên û em li Hewlêrê jî bên cem hev.”
Nûbihar wekî tekane weşanxaneya Kurdî ye ku beşdarî pêşangehê bûye û ji bo pêşangehê hem pirtûkên Kurmancî hem jî yên Kirmanckî amade kirine.
“Ji bo temsîliyeta zimanê Kurdî girîng e”
Birêvebirê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Riha got:
“Li pêşangeha Enqereyê tenê Nûbiharê pirtûkên li ser dîrok û nasnameya Kurdî anîne.
Ev yek ji bo temsîliyeta zimanê Kurdî girîng e.
Em hêvî dikin ku Kurdên Enqereyê werin û me nas bikin Em dê kovaran bidin wan.”
Abdurrahman Polatê karmendê Nûbiharê anî ziman:
"Pirtûkên me yên li pêşangehê Zazakî ne, hem pirtûkên fikrî hem jî çîrok hene.
Pêşangeh jî baş e, ji bilî standa me çi pirtûkên din ên Zazakî nînin.
Em spasiya we dikin ku hûn jî amade bûn."
Di pêşangehê de îsal yek ji berhemên taybet jî pirtûkeke li ser şewatên daristanan e.
Pirtûk ji aliyê komeleyeke rojnamegeran ve hatiye çapkirin û karmendên Rûdawê yên Ofîsa Enqereyê jî bi nivîsên xwe piştgirî daye vê xebatê.
Serokê Komeleya Kameramanan a Tirkiyeyê Aytekîn Polatel spasiya Rûdawê kir û da zanîn:
“Dema daristan dişewitin dilê her kesî dişewite û hemû alî dibin yekdeng.
Bi vê hestê Rûdawê jî piştgiriya vê xebata me kir.”
Mêvanê rûmetê yê pêşangeha îsal Rûsya ye û pêşangeh dê heta 12ê vê mehê vekirî be.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin