Di parzûngeha herî mezin a Îranê de şewat: Kesek mir

Di parzûngeha herî mezin a Îranê de şewat: Kesek mir

.

A+A-

Di şewata li parzûngeha Petrolê ya Abadanê ya li bajarê Abadanê yê Îranê derket de, xebatkarekî jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku şewata ku li Parzûngeha Petrolê ya Abadanê, ku parzûngeha herî mezin a Îranê ye derketiye, bi tevahî hatiye vemirandin.

Di daxuyaniya Kompaniya Parzûngeha Petrolê ya Abadanê de hat ragihandin ku xebatkarekî di şewata îro serê sibehê de jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin, agir di encama xebatên dijwar ên tîmên agirkujî û rizgarkirinê de bi tevahî hat vemirandin û hilberîn bê navber berdewam dike û ji bo vê jî kapasîteya vala ya yekîneyên din tê bikaranîn.

Li gorî lêkolînên destpêkê yên teknîkî, hatiye tespîtkirin ku sedema şewatê qulbûna yek ji pompeyên yekîneya jimare 70yî ye. Heta niha tu nîşaneyên sabotaj an mudaxeleyeke ji aliyê mirovan ve nehatine dîtin.

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin