Di Newroza Amedê de 74 jê zarok herî kêm 298 kes hatine desteserkirin

Di Newroza Amedê de 74 jê zarok herî kêm 298 kes hatine desteserkirin

.

A+A-

Okan Alptekîn, endamê Komîsyona Mafên LGBTI+ yê Baroya Amedê diyar kiriye û gotiye jin û endamên LGBTI+yan pêş ku bikevin qada Newrozê rastî cûdakariyê hatine. Her weha polîsan bi fîşegên plastîk, av û gazê midaxele kirin e.

Tevna Têkoşîna Li Dijî Tûndkariyê ya Amedê û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên mafên yên di Newroza Amedê de pêk hatiye daxuyanî daye.

Okan Alptekîn, endamê Komîsyona Mafên LGBTI+ yê Baroya Amedê diyar kiriye ku di cihên lêgerînê de jin rastî lêgerîna piralî hatiye û ji ber ku jinan cil û bergên netewî li xwe kirine, negirtine qada Newrozê.

Alptekîn destnîşan kiriye ku kesên ku xwestine bikevin qada Newrozê ji aliye polîsan ve rastî êrişê hatine. Alptekîn binpêkirinên ku hatine kirin weha rêz kiriye:

  • Em dixwazin, Newroza ku bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û bi sed hezaran kes beşdar bûne wê bibe sedema aştî û azadiyê. Em di serî de Newroza gele Kurd û ya hemû gelan pîroz dikin.
  • Polîsan bi fîşegên plastîk, ava bişît û gazê midaxeleyî kesên ku dixwestin bikevin qada Newrozê kirine.
  •  Di mudaxaleyan de birîndar çêbûn.
  • 74 jê zarok herî kêm 298 kes piştî mudaxaleya bêserûber a polîsan bi hincetên keyfî hatine desteserkirin.
  • Jin û endamên LGBTI+yan pêş ku bikevin qada Newrozê rastî cûdakariyê hatine. Li qada Newrozê jî pêkanînên li derveyî hiqûqê û êrîşên li hemberî LGBTÎ+yan dewam kirin. LGBTI+yên ku bi pankart, bi alên trans û keskesorê ketin qadê, piştre rastî êrîşa komeke bi kêran hatin û êrîşkaran hewl dane kesekê lînç bikin. Her weha xwestine alên keskesorê bişewitîn in.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin