
Di Newroza Amedê de 298 kes hatin desteserkirin
.
A+A-
Rêvebiriya asayîşa bajarê Diyarbekirê ragihand ku li bajarê Diyarbekirê di wexta pîrozkirina Newrozê de 298 kes hatine binçavkirin. Rêvebiriya asayîşê weha got:
“Di Newrozê de 7 hezar polîs tedbîrên asayîşê girtin. Kesên kevir avêtin polîsan, kesên nexwestin di ciyên kontrola asayîşê de derbas bibin, kesên remzên rêxistinê yên qedexekirî hilgirtin û kesên li hemberê polîs muqawemetê kirin bi tevahî 298 kes hatin binçavkirin.15 polîsên me sivik birînda bûne.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin