Di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de bihevguhertina dîlan dest pê kir

Di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de bihevguhertina dîlan dest pê kir

.

A+A-

Navenda Ragihandinê ya YPJyê ji Rûdawê re ragihand ku gera duyem a bihevguhertina dîlan a di navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê de dest pê kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji Rûdawê re got ku îro saet 16:00an, bihevguhertina dilan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û Artêşa Sûriyeyê dest pê kir.

Ji her di aliyan ku di nav de şervan, sivîl û çekdar hene hejmara dîlên ku dê bi hev bên guhertin 469 kes in.

Li gorî Navenda Ragihandiyê ya YPJyê, HSD 176 çekdarên Îdareya Nû ya Sûriyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê azad dike û Artêşa Sûriyeyê jî 293 şervan û sivîlên taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê azad dike.

YPJê di daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re ragihand ku 7 ji wan girtiyan ku ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve tên berdan şervanên jin in.

28ê Gulanê Artêşa Sûriyeyê red kiribû şervanên YPJyê azad bike û îro piştî civînên heyeta Rêveberiya Xweser û desthilatdarên Sûriyeyê li Şamê, her du alî gihiştin rêkeftinê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin