Di mehekê de 8 kurd li Îranê hatine bidarvekirin

Di mehekê de 8 kurd li Îranê hatine bidarvekirin

Di heyama mehekê de herî kêm 8 kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

A+A-

BasNews

Di heyama mehekê de herî kêm 8 kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Malpera Hengaw ragihandîye, di heyama meha Îlona îsal de herî kêm 8 girtîyên kurd, ji ber sûc û tohmetên cur bi cur li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Li gorî agahîyên malperê, çar ji girtîyan ji ber kuştina kesekî din û yên din jî ji ber madeyên hişber hatine bidarvekirin.

Ew kesên han li girtîgehên bajarên Selmas, Ormiye, Sine, Birûcird, Îlam û Kerecê de hatine bidarvekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin