Di komkujiya Cindirêsê de li ser navê PKKê provokasyon

Di komkujiya Cindirêsê de li ser navê PKKê provokasyon

.

A+A-

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji bo kesên di Newrozê de ji aliyê endamên koma bi navê Ceyş El Şarkiye ve hatin şehîdkirin bi PKKê re bên girêdan û êrîşkar neyên cezakirin, belavokên bi ala PKKê li derdorê hatin belavkirin.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê di 20ê Adarê de çekdarê grûpa Ceyş El Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê bi hinceta ku agirê Newrozê pêxistibûn 4 Kurd hatibû şehîdkirin, 2 kes jî hatibûn birîndarkirin.

Şehîdkirina 4 Kurdên ku agirê Newrozê pêxistibûn ji aliyê endamên grûpa bi navê Ceyş El Şerqiye ve li Erfînê û seranserê Kurdistanê bû sedema nerazîbûnên mezin.

Şêniyên Cindirêsê yên ku xwestin biçin serdana gorên xizmên xwe yên di Newrozê de hatin şehîdkirin, li ser rê belavokên bi alên PKK'ê û dirûşme li serê hatibûn nivîsandin dîtin.

Welatiyên Cindirêsê yên ku wêne ji Rûdawê re şandin û nexwestin navên wan bên eşkerekirin diyar kirin ku ev provokasyonek e ji bo girêdana xizmên hatine şehîdkirin û çalakiyên tên lidarxistin bi PKK’ê re werin girêdan û ji bo komên çekdar ên komkujî pêk anîne hincet bê çêkirin.

Welatiyê Cindirêsê ku ji Rûdawê re axivî bal kişande ser wê yekê ku grûpên çekdar dixwazin van wêneyan belav bikin da ku dawî li xwepêşandanan bînin û hevwelatiyên kuştî bi PKKê re bikin yek û ji bo komkujiyên xwe bikin bahane.

Welatiyên Cindirêsê amaje bi wê yekê kir ku komên çekdar dixwazin yên hatinde şehîdkirin  wek bi PKKê ve girêdayî nîşan bidin û ew hewl didin êrîşkar neyên cezakirin.

Welatiyê Cindirêsê ku nexwest navê xwe bê parvekirin û ragihand ku ji bo pêşî li provokasyonan bê girtin xwest dîmen û nûçe bên belavkirin.

Welatiyê Cindirêsî wiha axivî:

“Dema em vê sibehê saet di 06:30 de ji bo biçin goristanê ji mala xwe derketin, me dît ku kaxezên bi alên PKK’ê li derdorê hatine danîn. Dixwazin bibêjin `ev bi PKKê re ne, bi PKKê re dost in` û her tiştî xera bikin. Dema em ji wir çûn ser rêya sereke ya ku diçû Bazara Cindirêsê, me 40-50 kaxiz dîtin ku alên PKK li ser bûn. Danîbûn wê derê jî, me ew jî kom kirin. Li kolana 16an dîsa me dît ku 40-50 kaxizên ku alayên PKK li ser bûn. Ew dixwazin tiştên ku me kirine pûç bikin û tawanbarên xwe azad bikin. Şikir ji Xwedê re em hatin û ew berhev kirin.”

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin