
Di kampanyaya Derbendîxanê de 100 milyon dînar ji bo Çemçemalê hat komkirin
.
Xelkê navçeya Derbendîxanê ji bo alîkariya qurbaniyên lehiya Çemçemalê kampanyayek ragihand. Hêj beriya ku kempeyn bi fermî dest pê bike, 100 milyon dînar hatin komkirin.
Wekî nîşandaneke berçav a hestê niştimanî û dilsoziyê, xelkê Derbendîxanê dest bi komkirina alîkariyan kir ji bo wan malbatên ku di lehiya çend rojên borî ya Çemçemalê de ziyan dîtine.
Mamosteyekî olî ye û serperiştiya kampanyayê Mamosta Ebas Salih ji Kurdistan24ê re ragihand, ev pêngav ya hemû xelkê bajêr e, ne ya kesekî diyar.
Mamosta Ebas sedema vê coşê wiha şîrove kir: "Em deyndarê hemû xelkê Kurdistanê ne. Di erdheja sala 2017an de dema ziyaneke mezin gihîşt Derbendîxanê û me qurbanî dan, hemû Kurdistan û bi taybetî xelkê Çemçemal û Germiyanê bi hawara me ve hatin û bûn hevparê xema me."
Hat ragihandin, tenê di destpêkê de 100 milyon dînarê Iraqî hatiye komkirin û xêrxwaz, çi li nav bajêr û çi li derveyî welat, tên vexwendin ku beşdarî vê pêngavê bibin.
Bîlançoya Karesata Çemçemalê
Roja Sêşemê 9ê Berçileya 2025an, baraneke bihêz bû sedema lehiyê li Çemçemalê. Qaymeqamê Çemçemalê Remk Remezan amarên fermî yên ziyanan wiha eşkere kiribûn:
- Ziyanên canî: 2 welatiyan canê xwe ji dest dane û 14 kes birîndar bûne.
- Ziyanên madî: Zêdetirî 500 xanî û 100 dikanan ziyan dîtine û 4 pirên li sînorê qezayê hilweşiyane.
Çawkani:K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin