Di heftiyekî de 16 hemwelatiyên kurd di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de hatin kuştin

Di heftiyekî de 16 hemwelatiyên kurd di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de hatin kuştin

.

A+A-

Rêxistina Mafê Mirovan – Hengaw di raportekî de ragehand, di heyama heftiya borî de, piştî birêveçûna merasîma çileya Jîna Emînî ya li bajarê Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 16 kes hatine kuştin ku sedî 88ê wan bi guleyên hêzên ewlehiya hikûmeta Îranê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên Hengaw ên derbarê bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ragehandiye, ku di xwepêşandan û berxwedana vê dawiyê ya li bajarê Mehabadê 6 hemwelatî, li Sine 5 hemwelatî, li Bane 3 hemwelatî û li bajarê Qesrî Şirîn yek û li bajarê Pîranşar jî hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest daye.

Herwaha hat ragehandin di nav amarên kesên jiyana xwe ji dest dane da, 3 kes jin û 3 kes jî zarok ango temenê wan bin 18 saliyê de ye, herwaha hemwelatiyekî xelkê Başûrê Kurdistanê ku ji bo beşdarî merasîma yek ji şehîdên bajarê Bane çûbû wî bajarê û bi guleyên rasterast ên Sipaha Pasdarên Îranê ve hatibû kuştin.

Li gor raporta Hengaw, di vê amarê de 14 kes wate sedî 88ê mirinan ji ber gule berdana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê jiyana xwe ji dest dane û keçeke temen 16 salî ji ber lêdana bi jopan bi serê wê jiyana xwe ji dest daye û herwaha zilamek jî ji ber gaza rondikrêj û bêhntengiya ku jiyan kiriye jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin