
Di girtîgeha Ormiyê de 12 jin li benda îdamê ne
.
A+A-
Li girtîgeha Ormiyê de herî kêm 12 jin li benda îdamê ne.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, duh girtiyeka kurd bi navê Feranek Beheştî ku di girtîgeha Ormiyê de ye û bi îdamê hatiye mehkûmkirin, bo bicîhanîna fermana îdamê birin ber darê.
Heta niha nayê zanîn ew jina han hatiye bidarvekirin yan na.
Feranek Beheştî xelka bajarokê Tîkab li parêzgeha Ormiyê ye û ji ber kuştina zilamê xwe hatiye girtin û bi îdamê hatiye mehkûmkirin.
Li gorî amaran, herî kêm 11 jinên din jî mîna Feranekê di girtîgeha Ormiyê de li benda îdamê ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin