Di Foruma MERI de ‘Pêşîlêgirtina tundrewiyê li Iraq û Rojhilatê Navîn’ hat gotûbêjkirin

Di Foruma MERI de ‘Pêşîlêgirtina tundrewiyê li Iraq û Rojhilatê Navîn’ hat gotûbêjkirin

.

A+A-

Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” duh li Hewlerê bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê despê kir û di panela yekem de mijara “Pêşîlêgirtina tundrewiyê li Iraq û Rojhilatê Navîn” hat gotûbêjkirin.

Foruma MERI li Hewlêrê dest bi panelên xwe dike. Berpirsên bilind ên Herêma Kurdistan  û Iraq û nûnerên welatan tê de diaxivin. Ew forum ango dîdar di bin navê, “Iraq bo Hemûyan e.”

Rûniştina yekemîn a forumê ku duh danê êvarê bi panela bi navê “Pêşîlêgirtina tundrewiya li Iraq û Rojhilata Navîn” destpê kir, tê de Lêkolerê MERIyê Kamaran Palanî,  Lêkolerê ji Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Norwêcê Kari Osland û Şêwirmendê Bilind ê Stratejîk yê Mîsyona Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Adam Ravnkilde beşdar bûn.

Lêkolerê li Peymangeha Norwêcî ji bo Pêwendiyên Navdewletî Mortin Boss bû.

Panela destpêkirinê de encamên nûtirîn lêkolîn derbarê sedemên derketina tundrewiyê li Rojhilata Navîn û awayê rêgirîkirinê li ber, hatin nîşandan.

Serokê MERI Dr. Dilawer Eladîn di axaftina xwe ya vekirina 7emîn foruma MERI de behsa foruma sala borî kir û got ku pêk hateyên Iraqê nikaribûn hikûmeteke bihêz pêk bînin û ev yek bû sedema ku gelek buyerên nexwestî bi xwe re anîn.

Dilawer got: “Di dîroka Iraqê de yekem car e ku aliyê piranî ji parlamentoyê vekişe û rê ji opozîsyonê re vebike, her wiha bo sedema ku tevlihevî li Bexdayê rû bide. Di encamê de hikûmet lawaz ma û cîranên Iraqê jî derfet ji vê yekê wergirtin û êrîşên xwe yên bejahî û ezamî pêk anîn.”

Di panelê de Lêkolerê li Peymangeha Norwêcî ji bo Pêwendiyên Navdewletî Mortin Boss got: “Lêkolîna me pêşan dide ku ev bi wê radeyê ye ku pêwendiya wê bi olê nîne, weke me berê bîr lê dikir, lê belê bêhtir pêwendiya wê bi nerazîbûna xelkê heye ku, pêwîst e bala me li ser be, eger em bixwazin rêgiriyê li ber tundûtûjî û tundrewiyê bikin ji bo ku careke din serê xwe li Iraqê hilnede.”

Şêwirmendê Bilind ê Stratejîk yê Mîsyona Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Adam Ravnkilde jî got: “Em ligel enstîtuyeke lêkolînê, saziyeke hizrî, lêkolînerên ewropî û Iraqî li Bexdayê kar dikin ji bo pevguhertina ramanan li ser radîkalbûnê. Her wiha em hewl didin li ser çawaniya radîkalîzekirina gel û bi taybetî jin li welatên Yekîtiya Ewropayê û Iraqê nîqaşan bidin destpêkirin û rayedarên hikûmetê yên her du aliyan jî tevlî van nîqaşan bikin.”

Akademîsyenê Norwêcî da xuyakirin ku welatparêzî bi taybetî li welatên Balkana Rojava di têkoşîna li dijî radîkalîzmê de bûye faktoreke baş.

Di dawiyê de, Palanî got, "Tevî çend sal piştî têkçûna herêmî ya DAIŞê, gelek gazin û nîgeraniyên rastî yên sosyo-aborî hêj berdewam in."

Biyar e di du panelên cuda de, Serokwezîrê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî behsa astengiyên li ber çaksaziyê û derfetên li pêş Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê di panîlekê de biaxive û ew dê sibe Çarşemê behsa vê yekê bike ka dê çawa hemû sûdê ji Iraqê bibînin.

Foruma îsal a MERI di demeke girîng a Iraqê de tê, ew welatê ku piştî bêhtir ji salekê ji hilbijartinê û gelek girjî û aloziyên siyasî û ewlehî, dawiyê hikûmetek bi bê beşdariya aliyê serkeftî yê yekem di hilbijartinê de, hate pêkanîn.

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin