Di êrîşekê DAIŞê de 53 kes hatin kuştin

Di êrîşekê DAIŞê de 53 kes hatin kuştin

.

A+A-

Li naverasta Sûriyê di êrîşekê de herî kêm 53 kes hatin kuştin û medya fermî ya wî welatî jî DAIŞê bi pêkanîna wê êrîşê tohmetbar dike. Medya fermî ya Sûriyê dibêje: “Li başûrê rojavayê bajarokê Suxna li rojhilatê parêzgeha Himsê 53 welatî dema dombelanan kom dikirin di êrîşeke terorîstî ya DAIŞê de hatine kuştin.”

Rêveberê Nexweşxaneya Tedmûr li parêzgeha Himsê Welîd Xome ji medya Sûriyê re got: “46 kes ji wayên hatine kuştin xelkê sivîl in û 7 kesên din jî serbaz in. Term bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.” Li gor wan amarên hikûmeta Sûriyê belav kirine, di çend salên borî de hejmareke berçav a xelkê di dema komkirina dombelanan de bûne armanc ku jin û zarok jî di nav wan de hebûne.

Çavkaniyên xwecihî behsa wê yekê dikin ku roja 11ê Sibatê di êrîşeke din a wiha de 16 kes ku piraniya wan sivîl bûn li heman cihî hatine kuştin, bi dehan kesên din hatine revandin ku piştre 25 kes hatine azadkirin û çarenivîsa yên din jî nediyar e. Di meha Nîsana 2021ê de grûpeke çekdar êrîşî navçeyeke rojhilatê parêzgeha Hemayê kiribûn û 19 kes kuştibûn.

Piştî ku di Adara 2019an de Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serkirdayetiya Amerîkayê têkşikandina DAIŞê li Sûriyê ragihand, şaneyên nivistî yên wê grûpa radîkal li wî welatî bi revandin, kuştin û birrînê tên tohmetbarkirin. Piraniya wan jî xwe li biyabanan vedişêrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin