Di Êrîşeke Çekdarî de Pirtir ji 30 Kes li Taylandê Hatine Kuştin

Di Êrîşeke Çekdarî de Pirtir ji 30 Kes li Taylandê Hatine Kuştin

.

A+A-

Karbidestên Taylandî îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşeke ser navendeke lênerîna zarokan de, 35 kes li bajarokê Nongbua Lamphu ya bakurê rojhilata wî welatî hatine kuştin.

Karbidestan da zanîn ku êrîşvan ji nava otomobîla xwe gule barandin ser navendê û di nava qurbanîyên wî de nêzî 20 zarok jî hene.

Karbidest bal dikşînin ev êrîşa hovane kuştina girseyî ya herî xirab ya dîroka Taylandê ye.

Li gor ragihandina karbidestan, êrîşvan berê wek polîs xebitîye û wî berî ku dawî li jîyana xwe bîne, hevjîn û zarokê xwe jî kuştine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin