Di doza malbata Dîrîl de PKKyiyek wek şahid hat guhdarkirin

Di doza malbata Dîrîl de PKKyiyek wek şahid hat guhdarkirin

.

A+A-

Di rûniştina doza Hurmuz Dîrîl û Şîmonî Dîrîl ên ku li navçeya Elkê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê winda bibûn de, biryara berdewamiya girtina gumanbar Apro Dîrîl hat dayîn. Firat Şîşman ê bi nasnav Ozgur Gabar ê ku di dema bûyerê de berpirsê herêma Bestayê yê PKKê bû wek şahid hat guhdarkirin.

2emîn rûniştina doza Şîmonî Dîrîl a 65 salî ku cenazeya wê di 11ê Çileya 2020an de piştî wendabûna wê 2 mehan li gundê Mehrê ya navçeya Elkê ya Şirnexê hat dîtin û Hurmuz Dîrîl ê 71 salî 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê birêve çû.

Tevî zarokên Hurmuz Dîrîl û Şîmonî Dîrîl û parêzerên wan, tometbar Apro Dîrîl ê ku bi îdiaya "bi hestê hov an jî bi îşkenceyê kuştin" û "bi bername kuştin" hatibû girtin jî beşdarî rûniştinê bû.

Her wiha nûnerên Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Tirkiyê, nûnerên Balyozxaneya Holandayê, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Şirnexê Esîn Yilmaz û Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê yê ku ji HDPê hat îxrackirin Tuma Çelîk jî wek çavdêr amade bûn.

PKKyî Firat Şîşman wek şahid hat guhdarkirin

Firat Şîşman bi nasnav Ozgur Gabar ê ku di dema bûyerê de berpirsê herêma Bestayê yê PKKê bû, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi SEGBISê beşdarî rûniştinê bû û wek şahid hat guhdarkirin.

Şîşman da zanîn ku PKKê ev bûyer nekiriye, piştî lêkolînên wan derketiye holê ku Hurmuz Diril xezîne dîtiye û Apro Diril û hevalên wî zext li ser kirine.

Şîşman her wiha diyar kir ku heger Apro Dîrîl ev bûyer nekiribe jî ew kesên ku kirine dizane.

Dozger daxwaza berdana Apro Dîrîl kir

Dozger û parêzerên wî daxwaza berdana bi kontrola edlî ya Apro Dîrîl kirin.

Parêzerên Apro Dîrîl jî xwestin qeydên telefonên Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên bi wan re axivîne bên lêkolînkirin û rapora otopsiyê bê nîqaşkirin.

Dadgehê biryara berdewamiya girtina Apro Dîrîl da û rûniştin taloqî 29ê Îlonê kir.

Hemwelatiyên Kildan ên bi navên Hurmuz û Şîmonî Dîrîl roja 11ê Çileya 2020, li gundê Mehrê yê ser bi Elkê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê, winda bûbûn.

Termê Şîmonî Dîrîl a 65 salî, roja 20ê Adarê, li ber çemekî nêzikî gund hatibû dîtin û li bajarê Stenbolê hatibû veşartin. Lêbelê heta niha termê Hurmuz Dîrîl ê temen 71 salî nehatiye dîtin.

Gundê Mehrê sala 1989an piştî ku hat valakirin, malbata Dîrîl a Kildan koçî Stenbolê kiribûn. Sala 1992an ew malbat vegeriya lê piştî 2 salan, 1994an careke din Mehrê hat valakirin. Ew malbata Kildan herî dawî di sala 2014an de vegeriya gundê xwe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin