Di dîrokê de lêhenga bi navê Fata Reş "Amazona Kurd“

Di dîrokê de lêhenga bi navê Fata Reş "Amazona Kurd“

.

A+A-

Abuzer Balî Han

Lêhenga Kurd Fata Reş Di nav Kurdan de çiqas mêrxwas hene, ewqas jî jinxwas hene! Ji wan jinxwasan yek jî bi navê Fata Reş (Fatreş) di dîrokê de têye nasîn. Fata Reş li Gurgumê (Maraşê) li navçeya Elbistanê jiyaye. Ew xwîşka serokê aşîra Sînemîlî û kesê ku bi navê Bîlalê Reş têyê nasîn bû. Dema brayê xwe serokê aşîrê Bîlalê Reş dimire, Fata Reş dibe serok aşîr. Li navçeya Elbîstan û Bazarcixê eşîrên Sînemîlî, Atmî û Alxasî dijîn. Ew eşîrna di dîrokê de bi mêrxwasî û şervaniya xwe têne nasîn. Li dijî ordiya Osmanî ya xurt li vê navçeyê serhildana Kalender Çelebî ya ku di sala 1527 an de bi alikariya eşîrên li vê navçeyê dijîn dest pêdike. Darbeyên mezin li ordiya Osmaniyan diêxin. Dema şer dirêj dibe alikariya wan nabe û li dijî Osmaniyan şer wenda dikin û têne belav kirin! Li navçeya şer bûyî de li ser gel qetliamên mezin pêk tên! Fata Reş li navçeyek wûsa şervan de hatiyê dinê…

 

Di dema paşayê Osmaniyan ya Abdûlmecîd (25 Avrîl 1823-25 Xezîran 1861) de şerê Kirimê ya ku sê salan berdewamkirî dest pêdike. Şer li dijî Qiraliyeta Uris, Osmanî bi alîkariya Îngîlîz Elman û Fransizan dest pêdike. Paşayê Osmanî Abdûlmecîd baş dizane ku şerekî dijwar yê biqewime! Ji bo vê jî xwe baş amade dike û yenîçeriyan bi çekên nûjen perwerde dike. Dûvre gazî hemî hêz û serokên eşîrên ku bi Osmaniyan ve hatin girêdayîn dike ku xwe ji bo şer amade bikin! Gazî kirina paşayê Osmani ji bo aşîrên li navçeya Elbistan û Bazarcixê jî diçe.

 

Ji aşîra Sînemîliyan Serok Aşîr Fata Reş jî xwe ji bo şer amade dike. Qasî 300 siwarî û peyayên çekdar amade dike û ew berê xwe dide Stenbolê. Heya wê demê dewletên ku beşdarî şer dibin Îngîlîz û Fransiz jî li Stenbolê leşkerên xwe kom dikin. Ji bo encamê şer bişopînin ji Ewropa jî gelek rojnamevan, dîrokzan û wenekêş jî têne bajarê Stenbolê! Fata Reş wek fermandarek jin bala herkesî dikişîne ser fermandariya xwe û leşkerên xwe yên Kurdistanê!.. Dema jinek dixwaze bi xwestek

 

Dema jinek dixwaze bi xwesteka xwe biçe şerê Kirimê, çiqas mêrxwas û wêrekên Osmanî yên wê demê hebûne hemiyan berê xwe daye Stenbolê ku biçin Kirimê şer bikin! Li ser vê bûyerê paşayê Osmanî Abdûlmecîd xwestiye ku Fata Reş rû bi rû binase û bibîne. Dema ew diçe huzura Abdûlmecîd, padişah bi wê re dixwaze bi zimanê Osmanî biaxive! Fata Reş ji xeynî zimanê Kurdî tû zimanên dîn nadizaniye û tiştek ji axaftina Abdûlmecîd fehm nekiriye! Wê demê di navbeynê herdûyan de axaftinek wûsa derbas dibe û padîşah dibêje:”Çawa dibe ku lêhengek wekû te ji zimanê min fehm nake!” Fata Reş bersiva Abdûlmecîd wûsa dide:”Padîşahê min! We jî Kurdî bizanî bûya, hewce nîn bû ku hun bi Tirkî biaxivin!..”

 

Di wê demê de pîşekarekî Ewrûpa bi navê “Gusieppe Fossati” bi tamîreta Dêra Ayasofya re mijûl dibûye! Gusieppe Fossati, weneyên wê demê yên çêdikirî de 15 Avrîlê sala 1854 an di kovara bi nave “L’Illustration Journal Universel” ku ya li Fransayê dihat weşandin de li welatê Fransa Fata Reş daye nasandin! Di bin gravûrê Fata Reş de “Fatima, l’héroine du Kürdistan, a’ Constantinople” bi gotina Kurdî “Lêhenga Kurdistan Fata Reş li Stenbolê” ew bûyer hatiye nivisîn.

 

Di çavkaniyên kevn de pir behsa Fata Reş nîn e. Di çavkaniyên Osmaniyan de cara yekemîn Ahmed Mîdhat Efendî ji bo Fata Reş dema behsa wê dike û dibêje:”Fate Reş, Amazona Kurd!” wê bi nivîsa xwe ya dîrokî dide nasandin. Di çavkaniyên Kurdan de cara yekemîn Prof. Dr. Kamuran Bedirxan di sala 1937 an de di berhema xwe ya bi nave “Adler Von Kurdistan” li Elmanyê hatî weşandin de behsa lêhengiya Fata Reş dike.

 

Di kovarek Îsweçî de li sala 1881 an ji bo Fata Reş di gotarek bi nave “Yek Amazon” belav bûyî de behsa ew lehenga Kurdan dike. Dîsa li Elmanyê li sala 1868 an de kovara bi nave “Globus” de bi weneyek wê di bin navê “Kara Fatma, Eine kurdische Prinzessin” Prensesek Kurdan Bi navê Kara Fatma hatiye bilav kirin. Bi gotinek kurtî Fata Reş di nav jinên Kurdistanê de û li hemî cîhanê ew bi navê “Amazona Kurd” hatiye nasîn û nirxandin...

 

Di dema em têda dijîn da gelek jinên lêhenk wek Fata Reş di nav Kurdan de jiyane! Her çiqas îro dengê wan baş li cîhan nehatî be bîhîstin û belav kirin jî, lê belê roj yê bêt ji wana her yek wek Fata Reş yê li cîhanê deng bidin!.. Rûspiyên Kurdan di meteloka xwe ya dîrokî de ew lêhengiya jinan wûsa nirxandine:”Şêr, şêr e; çi jin e, çi mêr e!...

 

Adar 2023

Abuzer Bali Han (Lêkolîner)

 

Çavkanî: Mardîn Roj Com.

Bernamegeh.Com

Pirha Org.

Geçmişten Günümüze Kürt Kadını, M. Bayrak

Kürt Tarih Dergisi

Jinên Kurd di çavkaniyên Swêdî de, Rohat Alakom

Wicipeia Kurdî

Lêhengên Jinên Kurd, mînak Fata Reş, A. Balî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin