Di derbarê pêvajoya li Kurdistanê û huqûqa Navneteweyî de Rewşa Kurdistanê

Di derbarê pêvajoya li Kurdistanê û huqûqa Navneteweyî de Rewşa Kurdistanê

.

A+A-

Îro (01.02.2026) li bajarê Hollanda yê Arnhem`ê, li komela Çanda Karkerên Kurdistanê (KOÇ-KAK), bi beşdariya rêvebirên partî, rêxistin, komele û kesayetên Kurd li vê herêmê semînerek hat li darxistin.

Semîner ji alî rêzdar Ferhat BOSKAN hat pêşkêşkirin. Piştî rawestana rêzgirtinê jibo şehîdên Kurdistanê û xwendina Sirûda Netewî Ey Reqîp semînerê destpêkir.

Serokê PWKê Ewropa rêzdar Baran BOSKAN di derbarê pêvajoya heyî û bi giştî rewşa Kurdistanê û bi taybetî rewşa Başûrê Rojava û Rojhilar, pêvajoya li Bakurê Kurdistanê bi rêve diçe û bandora wan agedarî û nîrxandinek berfireh pêşkêş kir.

Huqûqnas, lêkolîner/nivîskar û serokê Enstituya Kurdî ya Lozan`ê rêzdar Necat ZANYAR/ZIVINGÎ, di warê huqûqa navneteweyî de rewşa Kurdistanê, bi awayekî zanistî, dîrokî û civaknasî, bi dîtînbariya dîa semînerek berhemdar pêşkêşî civata beşdar kir.

Di encama civînê de gelek beşdaran jibo pêşkêşên vê semînerê memnûnîyet û sipasiyên xwe bilêvkirin, hizir û hestên xwe gotin û pirsê xwe kirin.

Piştî bersîva pirsdaran, rêzdar Necat Zanyar û Îbrahîm Goroz ji bo beşderan pirtûkên xwe îmze kirin!

 

img-20260201-155817-768x576.jpgimg-20260201-134529-768x576-001.jpgimg-20260201-134147-768x576-001.jpg

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin