Di dema teqîna Qamişlo de êrîş li ser tîma Rûdawê hat kirin

Di dema teqîna Qamişlo de êrîş li ser tîma Rûdawê hat kirin

.

A+A-

Di dema teqîna Qamişlo de, êrîş li ser tîma Rûdawê hate kirin û kelûpelên wan hatin birin.

Di dema teqîna piştî nîvroya îro Sêşemê de li bajarê Qamişlo ku Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, droneke Tirkiyê otomobîlek kir armanc, û di encamê de sê kes hatin kuştin, di dema rûmalkirina bûyerê de, çend kesan êrîşî ser tîma Tora Medyayî ya Rûdawê kir û kelûpelên wan birin.

Fehed Sebrî, Berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo ragihand ku ew û her yek ji Vîviyan Fetah, peyamnêra Rûdawê û Ara Pîjo, wênegirê Rûdawê, çûne cihê wê teqînê li taxa Hilêliyê ya Qamişlo, ku dikeve rojavayê wî bajarî.

Dema tîma Rûdawê gihişte cihê bûyerê û dest bi karê xwe kir, çend kesan êrîşî ser wan kir û mayka Rûdawê, kamera û amûra weşana zindî ya Rûdawê ji wan standin û avêtin ser zeviyê û piştre birin. Herwiha sixêf û gotinên nebaş ji wan re gotin, hevdem wan kesan êrîşî ser tîma Rûdawê jî kirin.

Di dema wê êrîşê de, Fehed Sebrî, Beripsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê çû cem wê tîmê, ji bo alîkariya wan bike û ew jî bi boksan êrîş li ser hate kirin.

Berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo dibêje, ewên ku êrîş kirine, nêzîkî heft kesan bûn û bi Kurdî diaxivîn, lê ew nizanin ew kî bûn.

Piştî êrîşa li ser tîma Rûdawê, Fehed Sebrî çû cem Hêzên Asayişê ku li cihê bûyerê bûn, û behsa êrîşa li ser tîma Rûdawê kir û daxwaza wergirtina kelûpelên xwe kir, lê wan jê re got, piştre were baregeha Asayişê li Qamişlo, ji bo wergirtina wan kelûpelan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin