Di dema kabîneya nehê de 1849 bazirganên madeyên hişber hatine girtin

Di dema kabîneya nehê de 1849 bazirganên madeyên hişber hatine girtin

.

A+A-

Li dû amareka Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber, di dema kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heşt hezar û 894 kes bi tometa madeyên hişber hatine girtin, ji wan jî 1849 kes bazirganiya madeyên hişber dikir.

Yek ji wan bazirganan ji ciwanan dixwaze ku ji madeyên hişber dûr bikevin û dibêje, “Min li kompaniyekê kar dikir û her her meh min 2100 dolar werdigirtin. Min kargeh û jin û zarok hebûn lê min hemî winda kirin”.

Wekî ku di amara Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber de hatiye ronkirin, çar hezar û 460 tometbar hatine dadgehkirin û sizadan û ji bo çaksaziyan hatine veguhastin, herwesa 1.759 kîloyên madeyên hişber hatine bindestkirin, zêdebarî 2.272 kîloyên hebên hişber ên fel û 66.326 şîtên hebên hişber.

Erkan Bîbanî ku efserekê Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber e ji K24ê re got, “Di dema kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me bizavên xwe zêdetir kirine û me kariye piraniya wan kesan bigirin ên ku kirîn û firotinê bi madeyên hişber dikin”.

Herwesa got, “Di dema borî de, zêdebarî hebûna çend qeyran û arêşeyan, me kariye gelek çalakiyan bikin, piraniya bazirganên madeyên hişber hatine girtin û lêkolîn pê re hatiye kirin û me ew dane destê qanûnê”.

Di dema kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, helmeteka berfireh û berdewam ji bo pişkinîna tûtina nergeleyan û karmendên kafêyan hat kirin, bi merema piştrastbûnê ji pakijiya madeyên hişber.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin