Di civîna Astana de mijar avakirina Sûriyê bû

Di civîna Astana de mijar avakirina Sûriyê bû

.

A+A-

Di civîna Astanayê ya 21em de, mijar bûyerên li Sûriyê û dora Sûriyê û avakirina Sûriyê ya ji nûh de hebûn. Civîn li Astanayê li otelekî, serê siba destpêkir û di civînê de Tirkiye, Rûsya, Îran, rêvebiriya Şamê û muxalefeta Sûriyê hebûn.

Ji Tirkiyê di bin serpereştiya cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Yıldız de heyetekî hebû. Rûsya bi nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê û hem nûnerê taybet ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentiyev û ji Îranê şêwirmendê karên siyasî yê wezareta karên derve Ali Asgar Haci hebûn.

Ji Sûriyê cîgirê wezîrê karên derve Bessem Sabbag û ji muxalefetê di bin serokatiya Ahmed Tuma de heyetekî hebû.

Di civînê de her weha ji NY, Urdin, Lubnan û Iraqê çavdêr hebûn. Di roja ewilî ya civînê de Tirkiye, Îran û Rûsya civîna sêqolî kirin. Di rojeva heyetan de bûyerên li dora Sûriyê, têkoşîna bi terorê hebûn.

Ji bilî mijarên li jorê, avakirina Sûriyê, serbest berdana girtiyan, lêgerîna li kesên wenda û babetên weka dagera koçberan hebûn.

Civîna Astanayê sibê bi civîna giştî dê biqede.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin