Di bin êşkence ya Îtilaata Îranê de werzişvanekî kurd jiyana xwe ji dest da

Di bin êşkence ya Îtilaata Îranê de werzişvanekî kurd jiyana xwe ji dest da

.

A+A-

Bi sedema eşkence ya Îtilaata Îranê, Mêhran Ekremî werzişvanê kurd û xelkê bajarê Tîkawê ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya Saziya Mafên Mirovan ya Hengaw û Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê, Mêhran Ekramî bi tometa piştevaniya xwepêşandanên sala 2022’an ya di bi navê Jin, Jiyan û Azadî de, ji aliyê navenda Îtlaatê li bajarê Seqizê ve hatibû girtin û piştî êşkencedaneka zaf, wî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.

Saziya Mafên Mirovan ya Hengaw ji zarê malbata Ekremî belav kir, li navenda Îtilaatê li Seqzê ve pêwendî bi wan re hatiye kirin û ragihandine ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye û daxwaz ji wan hatiye kirin termê wî wernegirin, lê dema ku bo wergirtina termê Mêhran çûne girtîgeha Navendî ya Seqzê, bi wan hatiye gotin ku termê wî li nexweşxaneya Xumeynî ye û sedema mirina wî jî ji kar ketina gurçikên wî bûye.

Mêhran Ekramî yê 32 salî, werzişvanê tekwandoyê bû û xwedî çendîn medalyayan bû li ser astê Rojhilatê Kurdistanê. Li gorî amaran, piştî xwepêşandanên şoreşa Jin, Jiyan Azadî, 12 welatiyên Kurd di girtîgehên Îranê de di bin eşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin