Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine

Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine

.

A+A-

ISIGê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 salên dawî de 10 hezar û 533 karkeran dema ku li ser kar bûne canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) amarên mirina karkeran ên 5 salên dawiyê belav kirin.

Li gor amarên fermî, karker li seranserê Ewropayê di dema kar de herî zêde li Tirkiyeyê canê xwe ji dest didin.

Sedema herî mezin a mirina karkeran wernegirtina tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst e.

Hinek caran jî karker pêbendî tedbîran nabin an ji avahiyan dikevin an jî bi şêweyekî din canê xwe ji dest didin.

Li gorî ISIGê, amarên mirina karkeran ên ji 2019an ve bi vî awayî ne:                                                                  

2019: 1,736                                                

2020: 2,427                        

2021: 2,170                                                     

2022: 1,843                        

2023: 1,932                     

2024:   425                         

Giştî: 10,533

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin