Di 3 mehan de li 21 girtîgehan 3 hezar û 608 caran mafên girtiyan binpê kirine

Di 3 mehan de li 21 girtîgehan 3 hezar û 608 caran mafên girtiyan binpê kirine

.

A+A-

Li gorî rapora IHDyê, piranî li Girtîgeha Tîpa Lyê ya hejmara 1ê û 2yê ya Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê, Girtîgeha Sîlîvrî û ya Kandirayê mafên girtiyan hatine binpêkirin.

Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora xwe ya binpêkirina mafan a Herêma Marmarayê aşkere kiriye. Li gorî raporê di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê de ji 21 girtîgehan 186 caran serî li wan dane. 

Di raporê de behsa binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Kampusa Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya hejmara 1ê û 2yê ya Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê, Girtîgeha Tîpa Lyê ya hejmara 2yê û 3yê ya Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya hejmara 1ê ya Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Manîsayê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya hejmara 2yê ya Kocaeliyê, Girtîgeha Tîpa Eyê ya Sînopê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Wanê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya hejmara 2yê ya Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya hejmara 4ê ya Şakranê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Erzîncanê, Girtîgeha Tîpa Eyê ya Kirklareliyê, Girtîgeha Tîpa Lyê ya Alanyayê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Rihayê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Denîzliyê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Duzceyê û Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatine kirin. 

Piraniya serlêdanan ji Maltepeyê ne

Ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya hejmara 1ê û 2yê ya Tekîrdagê 49 serlêdan bûne. Piraniya serlêdanan ji Girtîgeha Tîpa Lyê ya hejmara 1ê û 2yê ya Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê, Girtîgeha Sîlîvriyê û Kandirayê ne. Li ser hev 91 caran serlêdan ji van girtîgehan bûne. Ji yên din jî girtiyan li ser hev 46 caran serî lê dane. 

Di raporê de hatiye gotin ku piranî mafên girtiyên siyasî hatine binpêkirin. Li gorî raporê, girtiyên siyasî 166 caran, yên edlî jî 20 caran serî li Komeleyê dane. 

Her weha di meha Kanûna Paşiyê de 95, di Sibatê de 59 û di Adarê de jî 32 serlêdan bûne. 

Di encama serlêdanan de derketiye holê ku li ser hev 2 hezar û 985 caran maf hatine binpêkirin. Di Kanûna Paşiyê de hzar û 733 caran, di Sibatê de 185 caran û di Adarê de jî 690 caran maf hatine binpêkirin. 

Komeleyê di raporê de cih daye binpêkirinên mafan ên di çapemeniyê de jî hatine weşandin. Li gorî vê, bi saya çapemeniyê ji 623 binpêkirinên mafan agahdar bûne. Di sê mehan de li ser hev 3 hezar û 608 caran mafên girtiyan hatine binpêkirin. 

Îşkence li girtiyan kirine

Li gorî herî zêde îşkence û kiryarên xirab li girtiyan bûye. Ji 71 caran zêdetir derb li girtiyan dane û îşkence li wan kirine, 81 caran kiryarên xirab li dijî wan bûne, 30 cezayên avêtina hicreyan, 40 caran cil û bergên wan ji wan kirine û li wan geriyane, 21 caran ew avêtine hicreya bisifinc, 87 caran zextên psîkolojîk li wan kirine, 50 caran bi liv û tevgeran rûmeta wan şikandine, 9 caran gefa mirinê li wan xwarine, 35 caran di dema lêgerînê de kelûpelên wan û pirtûkên wan belav kirine û 22 caran jî gef li wan xwarine. 

Her weha bi kêmanî 43 caran girtî nebirine nexweşxaneyan, 35 caran ew nebirine revîran, 3 caran emeliyatkirina wan taloq kirine, 2 caran nebirine kemoterapiyê, 21 caran xwarinên parêzê nedane wan, 24 caran destê wan kelemçekirî miayene kirine, 17 caran di dema mianekirinan de cenderme ji odeyan derneketine. 

Gotinên nîjadperest 

Di raporê de diyar kirine ku li dijî girtiyan gotinên nîjadperest û cidaxwaz hatine kirin. Li gorî raporê herî kêm 17 caran gotinên nîjadperest gotine, 12 caran girtî neçarî îtîrafkariyê kirine, 67 caran di nava girtîgehan de girtî sirgun kirine, 47 caran bi darê zorê ew şandine girtîgehên din, 13 caran sîxurtî li wan ferz kirine, 34 caran gefa kuştinê li wan xwarine û 21 caran nasnameya "terorê" li wan ferz kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin