Di 24 demjimêran de li 7 bajaran 7 jin hatin kuştin

Di 24 demjimêran de li 7 bajaran 7 jin hatin kuştin

.

A+A-

Li 7 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêran de 7 jin an ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Li Tirkiyeyê kuştina jinan ji aliyê mêran ve bi dawî nayê.

Rojane çend jin ji aliyê hevjîn, hevjînê berê, an jî ji aliyê mêrên ku di jiyana wan de ne tên kuştin.

Li gorî zanyariyên belavbûne ji doh ve li bajarên cûda yên Tirkiyeyê herî kêm 7 jin ji aliyê hevjîn, hevjînên xwe yên di proseya telaqdanê de an jî ji aliyê dergistî û mêrên ku di jiyana wan de bûn hatine kuştin.

Bursa

Li bajarê Bursayê dayika 2 zarokan Tuba Ateşçî ya 41 salî, ji aliyê hevjînê xwe yê berê  Murat Demîrê 49 salî ve bi çekê hat kuştin ku salek berê ji hev veqetiya bûbûn.

Murat Demîr ji bo ku ligel Tuba Ateşçiyê careke din aşt bibe ew vexwendibû cihekî lê piştî ku ew kuşt bi heman çekê xwe jî kuşt.

Sakarya

Li navçeya Akyaziyê ya Sakaryayê jî Alî Riza Aslan hevjîna xwe ya 29 salî Hatun Ekrem Aslanê bi çekê kuşt ku ligel wê di proseya telaqdanê de bû.

Aslan jî piştî kuştina hevjîna xwe xwe jî kuşt lê 19 demjimêr berî ku wî karî bike, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû “Teqdîra Xwedê ye.”

Stenbol

Li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê jî Hakan Araz hevjîna xwe Emîne Ulku Arazê bi çekê  rehîn girt.

Emîne Ulku Arazê pêwendî bi polîsan kir ku li hewara wê biçin. Dema polîs çûn Hakan Araz razî bikin da ku hevjîna xwe nekuje, wê demê gule berda hevjîna xwe û ew kuşt.

Li gorî zanyariyan Emîne Ulku Araz berî niha jî serî li polîsan daye ku ji hevjînê xwe tundûtîjiyê dibîne.

Denîzlî

Yek ji bûyerên din ên kuştina jinan li navçeya Pamukkaleyê ya Denîzliyê bû.

Jina Efxan Nasîn Gol Kirima 30 salî li mala xwe bi birîndarî hat dîtin ku qirika wê bi kêrê hatibû birîn.

Tîmên tenduristiyê Nasîn Gol Kirimê bir nexweşxaneyê lê wê tevî hewildanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Hevjînê wê Mohammed Esmaîl Habîbî li malê tevî kêra ku pê hevjîna xwe kuştiye hat desteserkirin.

Îzmîr

Li navçeya Alîagayê ya bajarê Îzmîrê jî Ahmet Çankayayê 48 salî hevjîna xwe Ozlem Çankayaya 43 salî ku ji hev cuda dijiyan, bi kêrê kuşt.

Semsûr

Li navçeya Semsatê ya parêzgeha Semsûrê jî kesê bi navê Kasim A. gule li hevjîna xwe Tugba A., hevlingê xwe Abîdîn A. û kurê hevlingê xwe Mustafa A. yê 9 salî reşandin.

Di bûyerê de her sê kes jî bi giranî birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew rakirin nexweşxaneyê.

Lê her sê kesan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Erzirom

Li parêzgeha Erziromê jî jinek bû qurabiniya mêrekî. Hefteyek berê kesê bi navê Şafak Saydamê 39 salî ku ji girtîgehê reviyabû,  gule berda hevjîna xwe Elîf Saydama 23 salî.

Elîf Saydam hefteyek li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê şeva Duşemê ser bi Sêşemê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gorî amerên Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Çileya 2024an de li Tirkiyeyê herî kêm 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 21 jinên din jî bi guman e ku guman tê kirin ew jî hatibin kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin