DI 10 XALAN DE  PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK)

DI 10 XALAN DE PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK)

.

A+A-

DESTPÊK

Piştî amadekarî û xebatên hevbeş, PAK û TDK-TEVGERê, teva kesayetîyên serbixwe di 9-10ê îlona 2023an de li Diyarbekirê kongreya xwe ya yekîtîyê pêk anîn û di 10ê îlona 2023an de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin.

Ji bo ku PWK weke partîyeke eşkere û qanûnî xebatên xwe bimeşîne, dest bi pêvajoyeke resmî kir. Li gorî vê pêvajo û perosedurê, PAKê di 17ê îlona 2023an de, li Ankarayê di çavderîya Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî. Di vê kongreya qanûnî de, Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) navê xwe weke Partîya Welat- parêzên Kurdistanê (PWK) guherand.

1. Nasnameya Partîya Welatparêzên Kurdistanê: Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), partîyeke neteweyî, demokratîk, yasayî û eşkere ye. Ew xwe bi tu kes, zumre, grup, çîn, dîn an jî mezhebekî tarif nake. Ew ji bo mafê çarenûsîyê û mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê kurd û pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê û ji bo mafên kurdên li metropolên Tirkîyeyê dixebite.

PWK bi awayekî giştî, xwe berdewamîya têkoşîna azadî û rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê dibîne.

2. Pêkhateyên Partîya Welatparêzên Kurdistanê: PWK, wê ne li ser bingehê teke îdeolojî, nîjadî û sinifan; wê li ser bingehê hevwelatîya Kurdistanê bixwaze bi awayekî berfireh civata kurd û kurdistanîyên welatparêz û demokrat yên oldar, sekuler, sosyalîst, lîberal û muha- fezekar di nav refên xwe de bicivîne û wan bi rêxistin bike.

PWK ziman, zarava û kulturên ku li Kurdistanê hene, weke dewlemendîyek Kurdistanê dibîne. Hebûna hemû kêmnetewe, ol, mezheb û zaravan, maf û azadîyên wan dipejirîne.

3. Pirsgirêka kurd û Kurdistanê: Pirsgirêka kurd û Kurdistanê di eslê xwe de pirsa mafê çarenivîsa miletê kurd e, pirsa dewletbûnê ye. PWK, dewletbûnê (dewletek federal, konfederal an jî serbixwe) weke program û armanceke demdirêj û stratejîk dibîne.

Li gorî şert û mercên welêt û herweha li gorî rewşa navxweyî û navneteweyî, gava derfetên avakirina federasyon yan jî konfederasyonê peyda bibin, PWK, dê ji cîbicîkirina bidestxistina wan kês û derfetan jî vekirîbe.

Li gorî şert û mercên Kurdistanê; rewşa herêmê û navneteweyî, PWK çareserîyên demkî û navqonaxî jî red neke û dê wan ji bo bidestxistina armancên sereke û stratejîk weke derfetên girîng û pêwîst binirxîne.

4. Pirsa kurdên li metrepolan: Weke tê zanîn bi milyonan kurd li li metropolên Tirkîyeyê dijîn. PWK, bi awakî giştî ji bo kurdên li Tirkîyeyê dijîn mafê ziman, kulturî û demokratîk dixwaze; li cîh û warên ku kurd di piranîyê de ne jî mafê xweîdarekirina herêmî diparêze.

Pêşveçûna demokrasîya li Tirkîyeyê, wê tesîreke erênî li ser çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê bi rêyên demokratîk bike. Loma jî partîya me piştevanîya hêzên ku li Tirkîyeyê li dijî nijadperestîyê têdikoşin û li gel azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ne, pêwîst dibîne.

Hejmarek zêde ya kurdan jî ji ber sedemên cihê koçî Ewropayê kirine û li wan deran cîwar bûne. Herweha li Qafqasyayê û Kom- arên Yekitîya Sovyetên berê; li Ermenîstan, Gurcîstan, Azerbeycan û Qazaxistanê jî bi sedhezaran kurd hene. Li gorî bernameya PWKê; di Kurdistaneke azad de mafê hemû kurdên li metroplan û derveyî welêt dijîn heye ku vegerin Kurdistanê û weke hemwelatîyên wekhev li welatê xwe bijîn.

5. Awayên xebat û têkoşînê: Bingehê xebat û tekoşîna PWKê, Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo cîbicîkirina armancên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî, ew dê hemû rê û rêbazên xebat û têkoşînê yên meşrû, eşkere, legal, sivîl, demokratîk û bêîtiadîya sivîl bi hevahengî bi kar bîne.

Partîya me ji bo perwerdekirin û gîhandina ciwanên bi sihet, ji xwe bawer, xwedî hişmendîya neteweyî, niştimanî, zanyarî û bawerîyên rexnegir, demokrat û xweşbîn, wê di nav hewildanên pêwîst de be.

Partîya me, li dijî neheqîya neteweyî, civakî û cinsî ya li ser jina kurd û ji bo cîbicîkirina maf û azadiyên jinê yên ji peymanên navneteweyî tên, têdikoşe û ji bo tedbîrên qanûnî, makeqanûnî, civakî û îdarî yên pêwîst bêne girtin dixebite.

6. Pirsa yekitî û hevkarîyan: PWK, bidestxistin û garantîya azadî û mafên neteweyî û demokratîk, di pêkanîna yekîtî, hevkarî û îradeyeke siyasî ya berfireh û hevbeş de dibîne. Çawa ku em yekîtîyeke siyasî û rêxistinî pêwîst û girîng dibînin; herweha em li ser xeteke neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û kurdistanî avakirina tifaq û hevkarîyên stratejîk, berfireh jî pêwîst dibînin. Em avakirina hevkarî û tifaqeke kurdistanî ya berfireh û mayende, weke beşekî xebat û têkoşîna azadî û rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya stratejîk dinirxînin.

Herweha, PWK avakirina hevkarî û platformên li ser daxwazên acîl, hem ji bo avakirina yekîtîyên demdirêj yên nete- weyî û demokratîk, hem jî ji bo rê li ber çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê xweş bike, pêngavek girîng dibîne.

7. Pêwendîyên nav perçeyên Kurdis- tanê: PWK, li hemû parçeyên Kurdistanê mafê çarenivîsa miletê Kurd weke mafekî herî rewa dibîne û diparêze. Ew ji bo çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê girîngîyek taybetî dide hebûn û dest- kevtîyên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û destkevtîyên li parçeyên din yên Kurdistanê. Ew xwedîlêderketina destkevtîyên her çar parçeyên Kurdistanê wezîfeyeke neteweyî dibîne.

Her beşê Kurdistanê wê li gorî şert û mercên xwe forma desthilatdarîya beşên xwe ava bike. Lê di nav beşên Kurdistanê de, awayên pêwendîyên neteweyî û hevrêzîyê pêdivîyên bingehîn in.

Herçiqasî dem, rê û rêbazên wê ji niha ve neyê misogerkirin jî weke milet û welat yekîtîya kurdan û Kurdistanê, mafekî dîrokî, rewa û xwezayî yê miletê kurd e. Di warê yekîtîya netewe û welêt de û awayê pêkanîna wê de, wê miletê kurd û pêkhateyên Kurdistanê bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

8. Siyaset û pêwendîyên navneteweyî: PWK, di têkilîyên xwe yên navnetewî de berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê esas digre. Ew dê siyaseta xwe li ser esasê zêdekirina dost û kêmkirina dijminên miletê Kurd ava bike.

PWK wê dîplomasî, sîyaset û peywendîyên xwe yên navneteweyî li ser dijminatî û berberîya netewe û gelên din bi rê ve nebe. Partîya me, wê di siyaseta xwe ya navnetweyî de, li dijî neheqî û bêdadwerîyê raweste û wê piştgirîya xebat û têkoşînên ji bo azadî, demokrasî, wekhevî, dadwerîyê û jîngehê bike. Herweha, PWK wê piştgirîya xebat û têkoşîna miletên bindest yên li dijî kolonyalîzme û ji bo rizgarî û azadîyê bike.

9. Statuya zimên û zaravayan: Li Bakurê Kurdistanê, di perwerdeyê de, di sazûmanên birêvebirinê de û di her qadên jiyanê de, bi herdu zaravayên xwe (kurmancî û zazakî) wê zimanê kurdî weke zimanê resmî bê pejirandin. Mafên bikaranîn û pêşdexistinan zimanên hemû pêkhateyên etnîkî yên li Kurdistanê dijîn, wê bêne misoger kirin.

PWK giranîyek taybetî dide bikaranîn, parastin û pêşdexistina zimanê kurdî dike û bi vê bärûbawerîyê, ew dê di civîn û çalakîyan xwe de, di beyan û daxuyanîyên xwe de zimanê kurdî weke zimanê resmî û esasî bigre.

10. Ji nuha ve dezgehên neteweyî, demokratîk û civakî: Li gorî Partîya Welatparêzên Kurdistanê, divê em ji nuha ve û bi lezgînî dezgehên xwe yên neteweyî, demokratîk û civakî ava bikin. PWK dê hewl bide ku piştgirîya avakirina sendîka, komele û rêxistinên sivîl yên kurdistanî bike; ew dê bixwaze di avakirin û geşkirina dezgehên weke Yekîtîya Mamosteyên Kurdistanê, Yekîtîya Avûkatên Kurdistanê, Yekîtîya Esnafên Kurdistanê û hwd, roleke erenî bilîze.

kurmanci-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin