Di 10 saliya koça wê de Bibîranîna Danielle Mitterrand

Di 10 saliya koça wê de Bibîranîna Danielle Mitterrand

.

A+A-

Bi wesîleya 10 saliya mirina Danielle Mitterrand, Weqfa wê gelek çalakî li dar xistin û di wê çarçovê de pirtûkeke bi navê «Danielle Mitterrand – Une vie résistance / Jiyaneke têkoşeriyê » ku ji gotarên gelek navdarên ku li ser xanim Mitterrandê nivîsîbûn  pêkhatibû, di nav weşanên Observatoire de çap kir. Her bi vê armancê li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî, bi beşdariya kurê wê Gilbert Mitterrand danasîn û îmzeya pirtûka wê pêk hat.

Di civînê de piştî ku serokê Enstîtuyê bixêrhatina mêvanan kir, parlamenter û şaredarê Libourne-yê berê Gilbert Mitterrand bi dûr û dirêjî bahsa xanim Mitterrand û weqfa wê kir û wiha got : «Danielle, hîn ji ciwaniya xwe de li dijî neheqî û newekheviyê derket û berşdarî berxwedana li dijî Naziyan bû. Meyla wê ya ji bo maf û azadiyan ji bo herkesî heta dawiya temenê wê dom kir.

Piştî ku François Mitterrand bû serokê Fransayê (1981-96), ew jî weke Xanima serokkomar, bêtir çalak bû û ji bo çalakiyên xwe li gelek deverên cîhanê pêk bîne weqfa xwe ava kir.

Weqfa me li dijî neoliberalîzma ku siyasetê dixe bin bandora xwe, xweza û jîngehê tehdît dike, wekhevî, azadî û biratiya gelan li her devera ku neheqî lê heye diparêze. Wateya şîara «Azadî, wekhevî û biratî » ya Fransayê ji bo me ev e.

Ji bo biranîna Danielle, me gelek çalakî pêk anîn, ku pirtûka li ber destê we jî yek ji wan e. Tê de gotarên kesên navdar ên weke ; Dalaï Lama, Vandana Shiva, Joan Baez, Jean Ziegler Akhénaton, Philippe Starck, Agnès B, Elise Lucet, Jean Ziegler, Carmen Castillo, Cécile Duflot, Kendal Nezan û hwd. hene.  Armanca weqfa me utopîk e, lê utopya motora pêşketinê ye.

Kurd gelekî bindest e, ku gelek caran li hemberî bindestiyê serî hildaye. Ji bo wê Danielle bi pirsa Kurdan eleqedar bû, li dijî dîktatoriya Sedam, piştgiriya gelê kurd kir. Parastina hewayî ya Kurdistanê / başûr bi bandora wê û dîplomasiya Serok Mitterrand pêk hat. Niha bi hemî dezgehên xwe ve, Dewleteke federal a Kurdan heye.

Ev cara duyê ye ku ez diçim Kurdistanê û min bi çavên xwe dît ku Kurd gelekî wefadar in, Danielle jibîr nekirine. Li wir weke dîplomatan pêşwaziya me li gel Kendal kirin, ku ev jî nîşana wê ye.

Me serokê berê Mesûd Barzanî, serokê niha Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dît, wan gelek girîngî dan seredana me. Di bîranîna Danielle ya li Hewlêrê de hemî partiyên Kurdistanî amade bûn. Du dibistanên Danielle, yek li Hewlêrê û ya din li Silêmaniyê li Kurdistanê hene. Me seredana Helebceyê jî kir, walî û şaredara bajêr pêşwaziya me kirin, em bi xelkê re peyivîn, me kesekî ku di komkujiya vî bajarî de 14 xwişk û birayên xwe wenda kirine dît, em vegeriyan, lê heşê me li wir ma… »

Civîn bi pirs û bersivan, bi îmzeya pirtûkê û kokteylekê bi dawî hat.

Yakup Karademîr /Parîs

Rûpela Nû

2-201.jpg1-190.jpg3-192.jpg4-155.jpg5-115.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin