DFG: Di Tîrmehê de 13 rojnameger rastî tûndkariyê hatine

DFG: Di Tîrmehê de 13 rojnameger rastî tûndkariyê hatine

.

A+A-

DFGê Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a meha Tîrmehê aşkere kiriye. Di raporê de hatiye gotin ku di meha Tîrmehê de jî tundkariya li ser rojnamegeran berdewam kiriye û hê jî 77 rojnameger di girtîgehan de ne.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran û saziyên çapemeniyê ya meha Tîrmehê bi raya giştî re parve kiriye. 

 Rapora DFGê wiha ye:

"Zextên li ser rojnamegeran her roj hêviyan reştir dike. Sed mixabin li Tirkiyê di her meha derbas dibe de helqeke din li çeteleya zext û zilmê zêde dibe. Li şûna serdagirtina mal, binçavkirin, girtin û vebûna dozan a li rojnamegeran kêm bibe berovajiyê vê zêdetir dibin. Em jî jii neçarî van kiryarên pêk tên li çeteleya listeyên binpêkirinên mehanê zêde dikin. Ev li ser navê welatê em lê dijîn şermeke mezin e. 

Em bi zêdebûna tundiya li ser rojnamegeran re derbasê meha Tîrmehê bûne. Komaleya me û Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê dema ku xwestin li Ûlûsa Enqerê daxuyanî bidin polîsan bi serda girt û bi lêdan ê şefê Buroya Enqerê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û nûçegihanê nuçeyên LGBTİ+ yan Yildiz Tar desteser kirin. Her wiha di serdema vê êrişê de kamereya nûçegîhanê Ajansa PÎRHAyê Eren Guven ji aliyê polîsan ve hat şikandin.” 

“Di her cure şert û mercan de rojnameger ji bo çêkirina nûçeyan xwedî mafekî azad in. Lê belê li Tirkiyê sînorên pêkanîna vê “azadiyê” her ku diçe şêlû û xumam dibe. Li Enqerê di kêliya polîs êriş bir ser 'Meşa Rûmetê' jî gaza îsotê pir ji nêz ve bi kar anîn û kirin çavê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emel Vural. Her wiha nûçegihana KaosGL.org’ê Asli Alpar ji ber mudaxeleya polîsan ji nigê xwe birîndar bû.” 

 Parêzerek êrişî rojnamegerekî kiriye 

Êrişên li dijî rojnamegeran ne tenê ji aliyê polîs, leşker û hêzên dewletê ve pêk tê. Me pir diêşîne ku êrişên wisa bê yom bi destê hin aliyên civakê ve jî pêk tên. Di meha tîrmehê de nûçeyeke êrişê ya bi destê avukatek pêk hat ket ser malperên nûçeyan. Parêzer Fevziye Karaer êrişî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê  Yakûp Demîr kir. Ji ber êrişa Karaer nûçegîhan Demir ji ser çavê xwe birîndar bû.” 

 “Rojnameger dema ji bo ragihandina civakî kar û xebat dikin jî dibin mijara nûçeyê. Weke li jor jî hat aşkerakirin êrişên li dijî rojnamegeran pêk tên tenê bi êrişên hêzên fermî yên mîlîtarîst ne bi sînor in.  Hin caran bi destê hin  aliyên civakê jî tundî li rojnamegeran tê kirin. Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, ji ber ku daxuyaniyeke HDP’ê kir nûçe û di malpera xwe de weşand Şaredarê Bêrecûkê yê AKPî Mahmut Mirkelam li rojnameger Kerem Kirpaç da.” 

 Rojnameger li şûna kar diçin dadgeha

 “Bi sedan rojnameger her roj li şuna ku biçin ser karê xwe diçin ber derê dadgehan û seetên dûr û dirêj dijmêr in. Li dijî cezayên giran têkoşîna maf û edaletê jî dest pê dike. Di qada navneteweyî de Tirkiye di rêza azadiya çapameniyê de ji ber van girtin û darizandinan her diçe paşvetir dikeve. Di vê mehê de jî rojnamegerên bi navê Ali Ergin Demirhan,  Canan Coşkun, Bariş Pehlivan, Nurcan Yalçin, Can Atakli, Ozgur Bogatekin, Fatih Tezcan, Oznur Deger, Ugur Yilmaz û Hasan Tolga Balci di listeyên korîdorên mehkemeyan de hatin dîtin.” 

“Di rapora me de mijareke din a berfire cih digire mijara astenkkirin û sansura li ser înternet û medya dîjîtal e. Roj nîne ku em nebin şahidê çend cezayên cur bi cur ku Dadgerên Dadgehên Silhê bi boneya nûçeyên derbaskirinê li malperên nûçeyan û li ajansan dibirin. Li gel hejmareke ewqas zêde û cezayên giran tên birîn jî qala derxistina yasayên nû yê sansurê jî dikin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber vê sedemê ye em heta dawiyê bi biryar li dij derxistina yasaya sonsurê radiwestin.” 

77 rojnameger girtîne

“Li gor çavdêriya rapora me ya tîrmehê 77 rojnameger li Tirkiyê di girtêgehê de ne. Em bi vê munasebetê dibêjin li dijî çapamenî û azadiya ramanê divê her cure zext, sansur û tundiya heyî bê bidawîkirin. Rojnamegerî bi binçavkirinan, bi darizandinan, bi sansurkirinê, bi zext û tundiyan nayê reşkirin û astenkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin