
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî: Me 200 hezar lître petrol li Rojavayê Kurdistanê belav kir
.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihand ku ew li Rojavayê Kurdistanê belavkirina alîkariyan berdewam dikin.
Ji bilî xwarin, danên xwarinê, cil û berg û pêdiviyên din, wan nêzîkî 200 hezar lître petrol belav kiriye.
Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Heta îro me 206 barhilgirên alîkariyê yên cuda gihandine welatiyên Rojavayê Kurdistanê."
Li gorî amarên rêxistinê, heta îro alîkariyên wan gihîştine 6 hezar û 609 malbatan ku li 150 dibistanan bicih bûne.
Belavkirina sotemeniyê
Rewac Hacî got, "Belavkirina sotemeniyê berdewam dike û heta îro 198 hezar û 657 lître petrol li 5 hezar û 969 malbatan hatiye belavkirin ku li 169 dibistan û 9 mizgeftan hatine bicihkirin."
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî heta îro 19 hezar û 979 danên xwarina germ pêşkêşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kiriye ku li 52 dibistan û 3 mizgeftan dimînin.
Dezgehê li gel belavkirina alîkariyan, di hefteya borî de xizmetguzarî pêşkêşî 3 hezar û 160 welatiyan kiriye.
Pêla koçberiyê
Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Helebê ku di 6ê vê mehê de dest pê kir û piştre berfirehbûna êrişan a li hemû herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, bi hezaran welatî koçberî herêmên aram ên Rojavayê Kurdistanê bûn.
Di 21ê vê mehê de Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 67 barhilgirên alîkariyê gihandin Rojavayê Kurdistanê û roja din dest bi belavkirinê kir û heta îro berdewam dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin