Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Alîkariyên me dê ji bo mexdûrên erdhejê berdewam bin

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Alîkariyên me dê ji bo mexdûrên erdhejê berdewam bin

.

A+A-

 Serokê Dezgeha Xêrxwazî yê Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku heta ku ew bikaribin ew ê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bimînin. Mûsa Ehmed herwiha got ku tîmên wan heta niha jî alîkarî û xizmetguzariyê pêşkêşî mexdûrên erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin.

Îro beşekî din ji tîm û amûrên Herêma Kurdistanê ku li navçeyên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê kar dikirin vegeriyan, Serokê Dezgeha Xêrxwazî yê Barzanî Mûsa Ehmed got, niha jî tîmên wan li bajarên cûda yên Bakurê Kurdistanê kar dikin, dixwazin destûrê werbigrin ji bo ku bêhtir bikarin alîkariya wan navçeyên erdhejê bikin.

Mûsa Ehmed diyar kir ku piraniya saziyên Tirkiyê dixwestin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bimîne ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê û got: “Herwiha me weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî soz daye ku heta derfet û pêwîstî hebe em li wê derê bimînin. Em dixwazin heta pêwîstiya xelkê me li wir bi me hebe em bimînin. Heta niha jî tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî  li Amed, Mereş, Semsûr, Riha û bi taybetî jî li Dîlokê mane.”

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Mûsa Ehmed, dibêje ew dixwazin mohleta fermî werbigrin ji bo ku bi temamî li Efrînê bimînin, ji bo ku bikaribin bêhtir alîkariya welatiyan bikin û got: “Dema ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, me daxwaz ji wî û Wezareta Derve ya Tirkiyê kir ku destûrê bidin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û xizmetguzarî bo mexdûrên erdheja Rojavayê Kurdistanê.”

Mûsa Ehmed di heman demê de anî ziman ku ji ber ku wan weke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema borî de karê xwe kiriye û xwe kiriye wek pirekê, gelek kes li Başûrê Kurdistanê û Ewropa dixwazin bi rêya wan alîkariyan bibin navçeyên ku ziyan dîtine.

 

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin