Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan serdana Lahûr Şêx Cengî kir

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan serdana Lahûr Şêx Cengî kir

.

A+A-

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan raqgihand ku, serdana Lahûr Şêx Cengî kiriye û rewşa wî baş e. Herwesa got, “Di şerê Lalezarê de, 162 kes hatine girtin û pênc kes jî hatine kuştin.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan îro (Sêşem, 26ê Tebaxa 2025ê) ragihand ku şandeyeke bilind a Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan bi raspardeya serokê wê desteyê bi merema serdana Lahûr Şêx Cengî û hin girtiyan serdana bajarê Silêmaniyê kiriye.

Li gorî ragihandina Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan, ew şande li girtîgeha Kanî Gomeyê bi Lahûr Şêx Cengî re civiya û li ser rewşa tenduristiyê, cihê mayînê û rêkaran pirsyar jê kirine.

Desteya navbirî got ku, Lahûr Şêx Cengî amaje daye ku, tenduristiya wî baş e û di odeyeke taybet de hatiye bicihkirin û hemî pêdiviyên wî hatine dabînkirin, herwesa bi vîdyoyê bi hevjîna xwe re axiviye. Tevî wê yekê, wî daxwaza kitêban jî kiriye, lewma Asayîşê komeke kitêban ji wî re biriye. Amaje jî da ku, ji dema ku ew gihîştiye girtîgeha ewlehiyê ya Kanî Gomeyê, ew rastî tu tundûtîjî û îşkenceyan nehatiye.

Paşî Lahûr Şêx Cengî xwestiye ku doza wî bi rêkarên qanûnî derbas bibe û deste jî çavdêriyê bike. Herwesa li ser bûyerên wê rojê jî got ku, pêştir nûnerên welatên Amerîka, Brîtanya, Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser van bûyeran agahdar kirine ku ew bûyer dê qewimîban.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan jî amaje daye ku, mafê Lahûr Şêx Cengî heye ku destûr bi parêzerên wî bê dan ku serdana wî bikin, û biryar e ku ew pirsgirêk jî di demeke nêzîk de bê çareserkirin û destûr bê dayîn ku parêzer serdana wî bikin.

Lahûr Şêx Cengî amaje jî daye ku, di dema lêpirsînê de rastî tu tundûtîjî an jî îtîrafên bi zorê nehatiye. Desteya navbirî pirsyar ji wî kir ka di dema lêkolînê de hatiye vîdyokirin an na, wî got ku çi kamera û amûrên tomarkirinê di lêkolînê de tune bûne.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan paştir serdana hin girtiyan kir, ku wekî endamên hêza Lahûr Şêx Cengî têne zanîn. Herwesa li dû şopandina şandeya desteya navbirî, hejmara wan 162 kes in. Asayîşê jî ji wan re gotiye ku, hejmara kuştiyan ji her du aliyan pênc kes in. Herwesa amaje daye ku, her roj destûr bi hin ji kesûkarên wan hatiye dayîn ku serdana wan bikin, û ji hingê ve ku ew birine Asayîşê, rewşa wan baş e û rastî tu tundûtîjiyê nehatine.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan ragihand ku, her kesek dikare ji bo dîtina kesûkarên xwe yên winda serdana Nivîsîngeha Mafên Mirovan a Silêmaniyê bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin