
Deshilata Sûriyê berpirsê ewlehiya Siwêdayê guhert
.
A+A-
Hate ragihandin ku Wezareta Navxwe ya Sûriyê guhertin di berpirsên Dezgeha Ewlehiya Navxwe de li Parêzgehên Siwêda û Gundewarê Şamê kir.
Ajansa SANA ya Sûriyê ragihandiye, Wezareta Navxwe Husam El-Tehan li şûna Ehmed Dalatî weke berpirsê ewlahiya navxwe li Siwêdayê destnîşan kir.
Herwiha Ehmed Dalatî jî weke berpirsê ewlehiya navxwe li Gundewarê Şamê hate dstnîşankirin.
Hêjayî gotinê ye, 25 Gulanê Wezareta Navxwe pêkhateya xwe ya nû ragihandibû û Dalatî ji bo berpirsiya ewlehiya navxwe li Parêzgeha Siwêdayê hatibû destnîşankirin û El-Tehan jî ji bo Gundewarê Şamê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin