Dêrsimspor banga piştgiriyê dike

Dêrsimspor banga piştgiriyê dike

.

A+A-

Tîma Dêrsimsporê dê roja Yekşema li pêş 9ê Cotmehê derkeve hemberî tîma Erebgîrspor a Meletiyê. Her dû tîm jî tîmên bajarên Bakurê Kurdistanê ne. Lîstikvanên Dêrsimsporê xwe ji bo wê lîstikê amade dikin û ji niha ve bi piştgiriya rêveberê teknîkî dest bi rahênanan kirine. Dêrsimspor, bi rêya Rûdawê bang li alîgirên xwe kir ku piştgiriyê bidin wan û hêza wan zêdetir bikin.

Tîma Dêrsimsporê ku niha di Grupa duyemîn ya lîga Amator a Herêmî de dilîze ligel derfetên bi sînordar armanc dike derkeve lîga sêyemîn.

Tîma Dêrsimsporê roja Yekşemê 9ê Cotmeha 2022an dê li hember tîma Arapkirspor ku ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ye  bilîze. Ji ber vê yekê jî bi piştgiriya rêveberê teknîkî lîstikvanan dest bi rahênanan kirin.

Rêveberê Teknîkî Bulent Gullu li ser lîstika bê ya Dêrsimsporê kir û anî ziman, “Me vê hefteyê plana xwe li gor serkeftinê çêkiriye. Emê di lîstikan de bi ser kevin û 3 puanên xwe werbigrin. Em ê bi piştgiriya alîgirên Dêrsimsporê û welatiyên bajêr bi ser kevin. Bila alîgirên me ji me piştrast bin.”

Lîstikvanê Dêrsimspor Yunus Ensarî got, “Di lîstika dawiya vê hefteyê de me wek hev puan wergirt. Lê emê vê yekê di lîstikên din de biguherînin û zêdetir puan bînin û kêfxweşiya serketinê ligel alîgirên xwe parve bikin.”

Serokê Kuluba Dêrsimsporê dibêje ev tîm sereke çalakiya werzîşê ye li parêzgehê û ligel hemû nebûna derfetan ji aliyê aborî de, bi piştgiriya Dêrsimiyên li welatên Ewropa û yên parêzgehê karê xwe berdewam in.

Serokê Kuluba Dêrsimsporê Huseyin Şengezer anî ziman, “Em naxwazin Dêrsimspor jinav biçe. Armanca me em wek tîm bighêjîn cihekî serkeftî. Ji bo vê yekê jî banga me bo wan Dêrsimiyên ku li derveyî Tirkiyê dijîn heye bila piştgiriya tîma me bikin. Em dixwazin Dêrsim bi tîma xwe jî binav û deng bibe.”

Dêrsimspor di sala 2009an de hatiye damezrandin û di sala 2015an de derketibû lîga sêyemîn. Lê ji ber pirsgirêkên aborî niha careke din daketiye Lîga Amator ya Herêmî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin