DÊRSIM - Nerazîbûna li hember gefên qeymeqam zêde dibe

DÊRSIM - Nerazîbûna li hember gefên qeymeqam zêde dibe

.

A+A-

Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, serdana Qeymeqamê Qisleyê ligel kesên çekdar bo Cemxaneya Duzgun Baba, nîqaşên tund li pêy xwe anîn. Rêveberiya cemxaneyê dibêje, li dijî navendên baweriyê yên Elewiyan zext hene.

Piştî Serokê Komeleya Cemxaneya Duzgun Baba Sinan Kirmiziçiçek, ji bo venekirina rêya cemxaneyê ku ji ber berfê hatibû girtin, li ser sosyal medyayê nerazîbûnên xwe anî ziman û got; “Hêza dewletê têre wê nake ku rêya Duzgun Baba veke” Qeymeqamê Qisleyê Ugur Tutkan, çend kesên çekdar jî ligel xwe birin û çû Cemxaneya Duzgun Baba û gef li rêveberiya cemxaneyê xwar.

Sînan Kirmiziçiçek dibêje, qeymeqam du sal in zextê li wan dike û heta niha bi hincetên cuda 60 hezar lîreyê Tirkî cezayê pereyan daye komeleya wan.

Serokê Komeleya Cemxaneya Duzgun Baba ya Qislê Sinan Kirmiziçiçek dibêje “Di meha Çile de çalakiyeke me hebû lê rêya me girtî bû, nêzîka mehekê ligel ku me daxwaz kir nehat vekirin. Min jî li ser medya civakî bang kir û got hêza dewletê têr nake ku rêya Duzgun Baba veke û hatine xelkê bo Cemxaneyê asteng dikin. Piştre hatin rê vekirin û me jî derbarê proseya me ya ku berê ceza bo Cemxanê hatibû dayîn daxuyaniyek da û Qeymeqam jî li ser vê daxuyaniya me hêzên çekdar jî ligel wî diçin ber Cemxanê û wêneyan ligel kesên çekdar digrin bi armanca me bitirsîne. Li wê derê dibêje ez ê hêza dewletê nîşanî we bidim û hem bo Cemxanê hem jî bo şexsê min gefan dixwe.”

Elewî rijd in, li hember zexta rawestin û baweriya xwe bijîn û herwiha daxwaza dest ji kar kişandina qeymeqam dikin.

Sînan Kirmiziçiçek got jî “Bila bizanibin em dest ji baweriya xwe bernadin û natirsin. Gel wan kesên ku rêzê li cihên wan ên îbadetê negrin qebûl nakin. Em bang dikin ku an qeymeqam îstîfa bike an jî ji kar bê dûrxistin.”

Dadgeha Ewropayê sala 2021an li ser serlêdana Weqfa Cem biryar dabû, cemxane îbadetxane ne û divê pereyên elektrîkê ji cemxaneyan neyê wergirtin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, tevî biryara Dadgeha Ewropa cemxaneyên elewiyan bi fermî wek ibadetxane nayên naskirin û xerciyên wan ji aliyê dewletê ve nayên dabînkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin