Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin

Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin

.

A+A-

Hêzên Amerîkayê li nêzîkî deriyê sînorî yê Şelamçeyê yê bi Iraqê, li baregeheke ewlehiyê ya Îranê da. 

Berpirsekî Amerîkî ji tora nûçeyan a "ABC News" re ragihand, hêzên Amerîkayê şeva borî 24ê Tîrmeha 2026an, êrîşeke asmanî li ser xaleke ewlehiyê ya Îranê li nêzîkî deriyê sînorî yê Şelamçeyê pêk anî. 

Ev êrîşa asmanî di demekê de pêk tê ku têkiliyên di navbera Washington û Tehranê de pir aloz bûne. Pisporên siyasî hişyariyê didin ku berdewamiya van êrîşan, dibe ku bibe sedema şerekî serbazî yê berfireh li tevahiya Rojhilata Navîn.

Navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Îranê de xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin in. Hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê û nêzîkbûna wan ji sînorên Îranê, van herêman dike qada herî germ a rûbirûbûna her du welatan. Her aloziyeke di navbera Washington û Tehranê de, rasterast bandorê li ser ewlehiya van sînoran dike.

Heta niha ji aliyê berpirsên Îranê ve derbarê vê êrîşê de, ti daxuyanî fermî nehatine dayîn. Herwiha hûrgiliyên derbarê ziyanên canî û maddî yên di encama bombekirinê de hîn nehatine aşkerekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin