Deriyê Sêmalkayê tê vekirin

Deriyê Sêmalkayê tê vekirin

.

A+A-

Deriyê Sêmalkayê ku tekane deriyê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ye, nêzî mehek berê di encama rabûna lehiyê de hilweşya. Sibê dê dîsa derî bi rûyê hatinûçûnê de bê vekirin.

Çavkaniyekê/î ji deriyê Sêmalkayê ragihand, xebatên jinûve-avakirina Pira Sêmalkayê ber bi temambûnê diçe û sê dibê bi rûyê rêviyan de bê vekirin.

Deriyê Sêmalkayê tekane deriyê sînorî ye di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, ev pir, Sêmalka û Xîşxabûrê bi hev re girê dide.

Pira Deriyê Sêmalkayê roja 20ê adara 2024an di encama barana zêde û rabûna lehiyê de hilweşiya û bi temamî hat girtin, ji wê demê ve hatinûçûn di navbera herdu herêman de rawestiyaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin