Derbarê 11 parlamanteran de fezleke bo parlamentoyê hatin şandin

Derbarê 11 parlamanteran de fezleke bo parlamentoyê hatin şandin

.

A+A-

 Fezlekeyên derbarê 11 parlamenteran de ku 9 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de ne, bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin. Di wan fezlekeyan de rakirina parêzbendiya wan parlamenteran tê xwestin.

Doh 2ê Adara 2022ê Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş jî di nav de 11 fezlekeyên nû ku derbarê  9 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) Erkan Baş û Cîgirê Serokê CHPê Veli Agbaba de hatine amade kirin, bo Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê hatine şandin.

Ligel Beştaş, Baş û Agbaba parlamenterên ku fezlekeyên wan gihiştine parlamentoya Tirkiyê ev in: Parlamenterên HDPê; Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk, Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan, Parlamentera Êlihê Feleknas Uca, Parlamenterê Wanê Murat Sarisaç, Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, Parlamenterê Colemêrgê Sait Dede û Parlamentera Amedê Dersîm Dag.

Herwiha derbarê Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera Amedê Dersîm Dag du fezeleke bo Parlamentoyê hatine şandin.   

Herî dawî 1ê Adara 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê biryara rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel hat dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin