
Dengê teqînek mezin li Kerkukê hat bihîstin
.
Çavkaniyek ewlehiyê li Kerkukê ji diyar kir ku doh dengê teqînek mezin li bajêr hat bihîstin, lê sedema wê hîn nayê zanîn. Hêzên ewlehiyê lêkolîn dikin.
Li gorî agahiyên destpêkê yên ji hêzên ewlehiyê hatin wergirtin, teqînek mezin di derdora saet 9:00ê şevê de hatiye bihîstin.
Li gorî agahiyan, balafireke bêmirov (UAV) li herêmek nêzîkî baregeha Fermandariya Operasyonan a di navbera gundê Belava û taxa Bedir de ketiye xwarê.
Derbarê raporên teqînek li Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkukê de, rêveberê têkiliyên giştî yê balafirgehê Herdî Semed gotiye, "Li hundir û li dora balafirgehê teqînek çênebûye."
Li gorî Semed, tîmê operasyonên balafirgehê li ser îdiayan lêpirsînek daye destpêkirin. Di encama lêkolînan de, derket holê ku li beşên leşkerî û sivîl ên balafirgehê teqînek çênebûye.
Sedema teqînê nayê zanîn, û hatiye ragihandin ku heta niha di bûyerê de ti windahiyek can çênebûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin