Dema serlêdana ji bo DMMEyê daketiye 4 mehan

Dema serlêdana ji bo DMMEyê daketiye 4 mehan

.

A+A-

Sînorê vê demê wê ji bo 1ê Sibata 2022an û piştî wê be. Her weha wê ji bo serlêdanên têkildarî biryara dawî ya di hiqûqa navxweyî de derbasdar be.

Dema 6 mehî ya ji bo serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji 1ê Sibata 2022an û pê ve daxistine 4 mehan.

Li gorî nûçeya T24ê protokola bi hejmar 15 ya ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) diguhere ku ji aliyê 47 welatên endamên Konseya Ewropayê ve hatiye qebûlkirin, di 1ê Tebaxa 2021an de ketibû meriyetê.

Di vê çarçoveyê de, dema nû ya 4 mehî ya ji bo serlêdana dadgehê hatibû diyarkirin duh ketiye meriyete.

Sînorê vê demê wê ji bo 1ê Sibata 2022an û piştî wê be. Her weha wê ji bo serlêdanên têkildarî biryara dawî ya di hiqûqa navxweyî de derbasdar be.

Eger biryara dawî ya di hiqûqa navxweyî de beriya 1ê Sibata 2022an hatibe dayîn, ev serlêdan wê li gorî dema 6 mehî were nirxandin nek dema 4 mehî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin